Helbesta ku Demîrtaş nivîsandî hat qedexekirin!
Serdozgerê Komarê yê Mêrdînê helbesta Serokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş a bi navê “Wêrekî belav dibe" qedexe kir.
Serdozgerê Komarê yê Mêrdînê helbesta Serokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş a bi navê “Wêrekî belav dibe" qedexe kir.
Yekîneyên polîsan li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê bi ser avahiya HDP'ê de girt. Polîsan di serdegirtina avahiya HDP'ê de pankarta ku wêneyê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş û helbesta wî ya “Wêrekî belav dibe" ku li Girtîgeha tipa F a Edîrneyê nivîsandibû rakir.
Polîsan Hevserokê HDP'ê yê Kerboranê Yasin Tûran birin Midûriyeta Polîsan a Kerboranê îfadeya wî girtin. Turan piştî îfade da bertek nîşanî rakirina pankarê da û wiha got: "Polîsan got helbesta tu Demirtaş nivîsandiye ji ber propaganda rêxistinê dike qedexe kiriye.
Li aliyê din polîsên ku hatîn avahiya HDP'ê ya bajêr diyar kirin ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdinê ve pankart û helbesta ku Demîrtaş nivîsandiye bi şêweyê gotinî, gotin ku hatiye qedexekirin. Têkildarî biryarê polîsan diyar kirin ku wê piştre bi şêweyê fermî tebliqat ji partiyê re were ragihandin.