‘Heke yekîtî çênebe wê muxalefet jî nemîne’

Siyasetmedar û hunermendên ku ‘’Danezana Rûspiyan’’ îmze kirin gotin xilasî tene bi yekîtiya hêzê ya li dijî desthilatê dibe.

Siyasetmedar û hunermendên ku ‘Danezana Rûspiyan’ îmze kirin ji ANF’ê re axivîn. Beriya bi çendekê 101 navî Danezana Rûspiyan îmze kirin, 1001 navî dengê xwe li desthilatê kirin, di serî de ciwan, bang li civakê hate kirin û hate gotin ,’’em tevbigerin’’.

Bînnaz Toprak a ku îmzeya xwe dayî Danezan Rûspiyan got, ‘’Muxalefet divê bibe yek. Li ser pirsa Kurd û aştiyê divê li hev bikin. Li pişt deriyan bi nîvcohiştî nabe.’’ Nesrîn Nas jî got, ‘’Heke îro neyên cem hev wê tiştekî bi navê muxalefetê nebinin.’’

TOPRAK:  DIVÊ EM WERIN CEM HEV

Wekîla berê ya CHP’ê Prof. Dr. Bînnaz Toprak got, ‘Tirkiye ji her alî ve ber bi xirabûnê ve diçe’’ û di demên wiha de mirovên demokrat, azadîxwaz, alîgirên dewleta hiqûqê û aştiyê divê blokeke demokratik ava bikin.’’ Toprak got banga wan ne tene li partiyên siyasî, bêhtir bang li gel û girîngtir jî bang li ciwanan dikin.

Toprak her wiha got, ‘’Bila kes nebêje dest li me nadin,  wê dest li me hemûyan bidin. Ji ber vê divê em werin cem hev û bloka demokratîk ava bikin.’’

‘DIVÊ LI SER PIRSA KURD LI HEV BIKIN’

Toprak bi berdewamî got, ‘’Muxalefet divê bibe yek. Li ser pirsa Kurd û pirsa aştiyê divê li hev bikin. Li pişt deriyan bi nîvcohiştinê nabe. Bi her hawî di pevrebûna demokratîk de bi rengekî aşkere –wekî HDP partiyeke legal e û denge 6 milyon mirov distîne- hevkarî hewce ye. Em vê bangê li muxalefetê dikin’’ û got, ‘’Divê gel jî li demokrasiye, li dewleta hiqûqê, li azadiyê û aştiyê xwedî derkeve.’’

NAS: WERIN CEM HEV

Nesrîn Nas a aborîzan, Wekîla Serdema 21’ê û Seroka bere ya ANAP’ê jî got, hişyariya wan bêhtir li muxalefetê ye, bang kir ku ji hemû cihêrengiyên xwe ilas bibin, weke ku ew dikin nasnameyên îdeolojîk, baweriyan li aliyekî bihêlin, çikû ji ob ku ev werin jiynîn hewceyî bi zemîna demokrasiye heye û got,’’Bêyî ku ev hebe ti giringiya cihêtiya wan, bi ser de ti giringiya hebûna wan  bi xwe nîne’’ û xwest ku muxalet were cem hev.

Nas her wiha got, ‘’Muxalefet divê nasnameyên xwe li aliyekî bihêle, li ser tiştên tiştên li pêştir were cem hev, divê formulên afirandinî deynin holê. Heke îro neyên cem hev sibe wê zemîna muxalefetê jî nebinin.’’

ERTEN: LI SER ÇEND XALAN YEKÎTIYA HÊZÊ DIKARE WERE AVAKIRIN

Derhênerê Şanyoê û Lîstikvan Yucel Erten jî bal kişande ser giringiya yekîtiya hêzê û got, ‘’Yekîtiya hêzê li ser xalên hevpar ku bi berfirehî hatine gotebejkirin û tespîtkirin dimeşe. Armanca ku li ser çend xalan ava bûyî, heta ku bigihijin wê armancê dibe armanca sereke ya her kesî. Ne nokertî ye, ne bazar e, fatoreyê li kesî nabire. ‘Meclîsa Dostan’ ji bo vê weke kulvareke baş e.’’

SAYAR: DIVÊ SAZÎ Û RÊGEZÊN DEMOKRASIYÊ SAZKAR BIBIN

Rexnegirê Sînameya, Derhêner Vecdî Sayar jî got, ‘’Em bawer dikin ku pirsa Kurd jî di nav de, hemû pirs bi atmosfereke aştiyê dikare were çareserkirin, ji bo ve jî divê demokrasi bi hemû sazî û rêgezên xwe sazkar bibe. Di manifestoya ‘Rûspiyan’ de mirovên ku li ser xala demokrasiyê hatin cem hev, mirovên xwedî ramanên çepgir û rastgir hatin cem hev, ne weke avaniyên saziyan, weke mirovên xwedî bîr û boçûnên cihê me ev manifesto îmze kir.’’