Hejmara qurbaniyên erdheja Îzmîrê zêde dibe

Hejmara mirovên li Îzmîrê ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 83 kesî.

Bîlançoya erdheja bi pileya 6.9'an a li 30'ê Cotmehê ya li peravên navçeya Seferîhîsar a Îzmîrê giran dibe. Hejmara qurbaniyên erdhejê vê gavê gihîştiye 83 kesî. Her wiha 962 jî birîndar in ku rewşa tenduristiyê ya hinek ji wan giran e.

Di saeta 58'an a erdhejê de Îdîl Şîrîn (14) ji binê xirbeyê Apartmana Emrah bi birîndarî hate deristin. Her wiha ji binê Apartmana Doganlarê jî piştî 65 saetan Elîf Perînçek a 3 salî bi birîndarî hate rizgarkirin.

Li 6 avahiyan karên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dike. Hin malbat karên dewletê têrker nabînin. Kesekî ku xizmên wî di binê xirbe de ne got, "Dewletê vê sibehê got ku wê li xirbeyê biraziyê min li bin e dest bi kar bike, lê belê kes nehatine."