Hejmara qurbaniyên erdheja Îzmîrê bû 107 kes

Li Îzmîrê hejmara mirovên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan bû 107 kes.

Hejmara mirovên ji ber erdheja li Îzmîrê jiyana xwe ji dest dan zêde bû.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD) piştî erdheja 30'ê Cotmehê bi giştî 1.528 erdhejên biçûk rû dane ku 44 ji wan di ser 4 pileyê re bûn.

Hate ragihandin ku ji ber erdhejê 107 kes mirine, 1.027 kes birîndar bûne, 883 ji birîndaran hatine dermankirin û dermankirina 144 kesî hîn dewam dike.

Li 4 avahiyên li bajêr karê lêgerîn û rizgarkirinê dewam dike.