Hejmara kesên li Gurgumê hatin destgîrkirin gihiştin 12’an

Di operasyonên avêtina ser malan ên danê sibehê ya li Gurgumê de hejmara kesên hatin destgîrkirin gihişte 12’an.

Di saetên serê sibehê de polîs û Jendirmeyan li navçeyên Nûrheq û Cela yên Gurgum avêtin ser mlana gelek kes destgîrkirin. Hejmara kesên ku li bajar hatin destgîrkirin derket 12’an. Hat hînbûn ku her dozdeh kes jî li Miduriyeta Emniyetê ya Mereşê tên girtin.

Kesên hatine destgîrkirin navê wan wiha ne: Rêveberê HDP’a Nûrheqê Bahîr Horoz, Endamê ÎHD’ê Volkan Dogan, rêveberên HDP’a Celayê Haci Ûzûn û Dûrsûn Bahça, endamên HDP’ê Mehmet Bîçer û Emre Genç, Bese Ûsta, Mûstafa Ozgur, Alî Demîr, Erdal Demîr, Fîdan Polat û Hatîce Taş.