Hejmara kesên bi vîrûsê ketin gihişte 900 hezarî-NÛ BÛ

Li tevahî cîhanê hejmara kesên ji ber vîrûsê mirine gihişte 900 hezar kesî.

Li cîhanê nêzî 900 hezar kes bi vîrûsê ketin, 45 hezar kes jî mirine.

TIRKIYE

Rayedarên Tirk ragihandin ku li welat 13 hezar û 531 kes bi vîrûsê ketine û 214 kes jî mirine.

Di serî de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gelek cih hatine karantînekirin.

Li gelek deverê û gundên Mêrdîn, Amed, Meletî, Erzingan, Bedlîs, Qers, Êlih, Baybûrt, Çanakale, Gumuşhane, Kutahya, Rîze, Sêwas, Yozgat, Wan, Çankiri, Çorûm, Gîresûn û Dersim ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di karantînayê de ne.

Li girtîgehên Tirkiyeyê her diçe gefa vîrûsa korona zêdetir dibe. Desthilata AKP-MHP'ê ya ku ti tedbîrek negirtiye bi taybet li girtîgehan gefa vîrûsê ya li ser girtiyên siyasî hê zêdetir bûne.

Sendîkaya Karkerên Înşaet û Rê, Avaniya Şoreşger (Dev Yapi Îş), daxuyaniyek nivîskî weşanda û diyar kir ku bi belavbûna vîrûsa koronayê re, li Stenbolê di nava 15 rojan de, 15 hezar û 191 karkerên înşeatê, ji kar hatin derxistin.  

DYE

Li DYE’yê 190 hezar kes bi vîrûsê ketine, 4 hezar kes mirine. 177 hezar kes jî tên dermankirin.

ÎTALYA

105 hezar kes bi vîrûsê ketine. 12 hezar û 400 kes jî mirine. 77 hezar kes jî tên dermankirin. Li welat 4 hezar û 23 kes jî rewşa wan xeternakin.

SPANYA

Li welat 102 hezar kes bi vîrûsê ketine, 9 hezar kes jî mirine.

FRANS

52 hezar kes bi vîrûsê ketin 3 hezar û 500 kes jî mirine. Rewşa 5 hezar û 600 rewşa wan krîtîke.

ELMANYA

Li Elmanyayê 72 hezar kes bi vîrûsê ketine. 800 kes mirin.

QIRALTIYA YEKBÛYÎ

Hejmara kesên bi vîrûsê ketin 25 hezar kesî derbas kir. 1 hezar 800 kes mirine. Zêdetirî 23 hezar kes jî tên dermankirin.

HOLLANDA

13 hezar û 600 kes zêdetir bi vîrûsê ketine. 1 hezar û 170 kes mirine.

SWÎSRE

16 hezar 600 kes bi vîrûsê ketine, 430 kes mirine. 13 hezar kes jî tên dermankirin û rewşa 300 kesî jî xetere.

BELÇÎKA

Li Belçîkayê 14 hezar kes bi vîrûsê ketine. 820 kes jî mirine.

EVÛSTÛRALYA

10 hezar û 400 kes bi vîrûsê ketine, 146 kes jî mirine.

ÎRAN

48 hezar kes bi vîrûsê ketine. 3 hezar kesî zêdetir jî mirine. 3 hezar û 800 kes jî rewşa wan xetere.

ÛMMAN

Li Ûmmanê 210 kes bi vîrûsê ketine, 2 kes mirine.

HINDISTAN

Li welat ji ber vîrûsê 45 kes mirine.

ÇÎN

81 hezar û 554 kes bi vîrûsê ketine. 3 hezar û 312 kes jî mirine.