Hejmara 471'ê ya rojnameya Serxwebûnê gihîşt ber destê xwendevanan

Rojnameya Serxwebûn ku mehane tê weşandin, bi hejmara xwe ya 417'an gihîşte ber destê xwendevanan. Rojname di meha Adarê de bi vê manşetê derket: "Berxwedana 8'ê Adarê di Newrozê de derbasî asta herî bilind bû û gihîşt Rêbertî."

Rojnameya Serxwebûnê pêvajoya siyasî di rûpelên destpêkê de nirxand û tespîta wê yekê kir ku li dijî polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gel qada Newrozê dagirt û bi vî rengî bersiv da. Ji doza girtina HDP'ê heta cihê Tirkiyeyê li nava polîtîkaya hevsengiyê ya DYE-Rûsyayê, her wiha bi serketina Garê re serweriya psîkolojîk a pêngava 'Dem dema azadiyê ye' gelek mijar hatin nirxandin.

Endama Koordînasyona KJK'ê Pîroz Nûda di nivîsa xwe de ku berxwedana 8'ê Adarê nirxand, diyar kir ku jin wê sala 2021'ê bi temamî li ber xwe bidin û sedemên wan ên ji bo têkoşînê hem gelek in hem jî hevpar in.

Cîhan Eren jî bal kişand ser rêbaza 'şerê gerîla yê nûjen' ku di şerê Garê de gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê xwe gihandine û destnîşan kir, Serketina Garê derfetên şerê li ser xeta xweparastinê ji bo Kurdan zêde kiriye.

Nedîm Seven jî bi sernavê "Li Kurdistanê lehengî, rastiya gel ê bûye Egîd û Mazlûm" nivîsî û qala rastiya lehengiyê li Kurdistanê kir.

Nivîsa ji pirtûka "Şoreşa Civakî û Jiyana Nû" ya ji nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi sernavê "Qezençkirina jinê qezençkirina jiyanê ye" hate weşandin.

Xebat Andok jî bi sernavê "Modernîteya Demokratîk a ku di şerê modernîteyan de xurt bûye û hewldanên xwerizgarkirinê yên modernîteya kapîtalîst" gotarek nivîsî.

Endama Koordînasyona PAJK'ê Hêlîn Umît jî di nivîsa xwe de encamên karê 5 salan ê HBDH'ê nirxand. Umît got, "Li welatê me ku ji aliyê sîstema global ve bi taybetî hatiye birêxistinkirin, li dijî parçebûn û dijberiya li hev a li ser gelên me tê ferzkirin, HBDH'ê jiyaneke hevpar bi hev re û rêyeke bi rûmet jî bi têkoşîna hevpar vekiriye."

Rojnameya Serxwebûnê di hejmara xwe ya Adarê de her wiha nivîsa Egîd-Mahsûm Korkmaz parve kir, ku qala rojên beriya Pêngava 15'ê Tebaxê, serdegirtina Dihê, piştî serdegirtinê, dema zivistanê ya salên 1984-85, Newroz û pêngava biharê dikir.

Her wiha nameya yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz a ku 8'ê Adara 1989'an ji zindana Amasyayê ji jinên Kurdistanê û cîhanê re nivîsî bû, parve kir.

Rojnameya Serxwebûnê di rûpela dawî de jî ji bo bîranîna Hefteya Lehengiyê helbesta yek ji damezrînerên Tevgera Azadiyê Mazlûm Dogan û ji bo bîranîna Mazlûm Dogan jî afîşa Newrozê parve kir.