Hejariya li Îranê mezin dibe

Li Îranê ji ber polîtîkayên hilweşîner ên desthiladariyê, civak ketiye nav hejarî û qeyrana aboriyê. Şert û mercên debarê her roj girantir dibin. Herî zêde jî zarok dibin mexdûrê vê qeyranê. 

Li Îranê karkeriya zarokan êdî li her derê bûye mijareke ji rêzê. Li kolanan her ku diçe zarokên dixebitin zêdetir dibin. 

Hefta bihurî di raporekê de ku ajansa nûçeyan a ILNA'yê weşand, rewşa niştecihên hejar û zarokên xizan hate nirxandin.
 
Li gorî raporê li Îranê 2 mîlyon zarokên karker hene. Lê belê ev hejmara fermî ye. Li gorî raporên ne fermî ev hejmar ji 7 mîlyonan zêdetir e. Tê zanîn ku li Îranê saziyên dewletê raporan li gorî hikumetê çêdikin, lewre bawerî bi wan nayê.

Li gorî rapora ILNA'yê hejmara zarokên dixebitin roj bi roj zêde dibe û temenê wan jî berjêrtir dibe. 

Di raporê de tê gotin, "Qeyranên aborî û nebûna derfetên debarê dibin sedem ku zarok bixebitin. Zarokên ku temenê wan biçûk e û divê biçin dibistanê,  parsekiyê dikin, firoşkariyê dikin û li ser çopê tiştan kom dikin. Lewre mexdûrên destpêkê yên qeyrana aborî zarok in."

ILNA balê dikişîne ku li Îranê 19 mîlyon hejar li 3 hezar deverên xizan dimînin.

Ligel ku Îran, yek ji welatê herî dewlemend ê cîhanê ye ji ber polîtîkayên xirab ên hikumet û dewletê, 80 ji 100'î yê civakê hejar e.