Hikûmeta AKP’ê ku îmze avêt binê gelek projeyên ku texrîbatê li ser qada kedê dike, niha jî bi daxwaza TOBB’ê re xwe ji bo pêkanîna heqdestek kêm ya herêmî xwe amade dike. Bi pêkanîna heqdestê kêm ya herêmî ku di Stratejiya Îstîhdama Netewî ya ku AKP’ê amade kiriye de cih digire, kurdan dê bikin hêza erzan a kar. Serokê giştî yê DÎSK’ê Erol Ekîcî wiha got: “Rojevkirina vê meselê rewşeke bi xetere. Em li dijî vê pêkanînê ne. Divê pêkanîn ne di rojevê de bûya.”
Komîsyona Tesbîta Heqdestê Kêm xebatên xwe yên der barê heqdestê kêm a sala 2013’an didomîne. Komîsyon ji 15 kesî pêk tê. Civîna xwe ya yekemîn di 6 kanûnê de pêk anîn. Civîna din ya komîsyonê jî îro pêk tê. Komîsyona Tesbîtê ya Heqdestê Kêm, ji 5 karker, 5 karsaz û 5 jî ji rayedarên dewletê pêk tê. Di komîsyonê de aliyê karkeran Turk-Îş, aliyê karsazan jî TÎSK tesmîl dike. Her wiha nûnerên Yekitiya Borsa û Odeyên Tirkiyeyê (TOBB) jî tevlî komîsyonê dibin. Di komîsyonê de burokratên hikûmetê û endamên TÎSK’ê li gorî hev tevdigerin, Turk-Îş jî ber ku ne li aliyê kedkarane tê rexnekirin.
KEDKAR DÎSA DI NAVA SEFALETÊ DE NE
Her çiqas komîsyon civînê xwe pêk bîne jî hikûmetê ji xwe di bernameya xwe ya Sala 2013’an de nêrîna xwe ya der barê zema heqdestê kêm de diyar kiribû. Li gorî Qanûna Kar herî dereng divê di du salan de heqdestê kêm ku divê diyar dibe, bi ‘Bernameya Aborî ya bi Biqewl a 2013-2015’an’ hatiye diyarkirin. Li gorî bernameyê heqdestê kêm di mehên Çile-tîrmeha 2013’an de ji sedî 3 divê zêde bibe. Bi vî awayî heqdestê kêm ya ku 739 lîra bû dê bibe 761 lîra û dê sefaleta kedkaran dîsa bidome. Li gorî lêkolîna Turk-Îşê ya Sînorê Xizanî û Birçîbûnê ya di meha cotmehê de amade kiribû de, malbateke 4 şênî sînorê birçîbûnê bo wan 958 lîra, yê xizaniyê jî 3 hezar û 121 lîra hatiye diyarkirin.
TOBB PÊŞNIYAR KIR AKP’Ê PÊK ANÎ
Nîqaşên der barê heqdestê kêm de çend roj berê cara yekemîn Şefa Maseya Tirkiyeyê ya ÎMF’ê Anna Krugel vekiribû. Krugel di axaftineke xwe de wiha got: “Li Tirkiyeyê heqdestê kêm li gorî welatên din yên pêşveçûyî bilind e, ev jî bandoreke neyînî li ser pêşveçûna aboriyê dike.” Piştgiriya herî mezin ya ji bo vê pêşniyarê jî ji TOBB’ê hat. Ji ber vê jî di civîna Komîsyona Heqdestê Kêm de pêşniyara TOBB’ê dê bê rojevê û AKP jî li bendeye ku vê bixe dewrê. Li ser daxwaza patronan di çarçoveya Stratejiya Îstîhdama Netewî de hikûmeta AKP’ê hewl dide heqdestê kêm bixe meriyetê.
PÊVAJOYÊN DÎROKÎ YÊN HEQDESTÊ KÊM YA HERÊMÎ
Di esasa xwe de pêkanîna heqdestê kêm ya herêmî li Tirkiyeyê ne tiştekî nû ye. Ji serê 1951’ê heta 1970’ê pêkanîna heqdestê kêm hêdî hêdî runişt û piştre hin bajar li gorî herêman hatin veqetandin. Di sala 1974’an de ji ber encamên neyînî û tevgera civakê heqdestê kêm ya îroyîn hat diyarkirin.
KURDAN DIKIN HÊZA KAR A ERZAN
Hedefa hikûmeta AKP’ê ya bi pêkanîna heqdestê kêm ya herî zêde kurd in. Yanî ji bajarên kurdan dest pê dikin. Ger ev pêkanîn bikeve meriyetê dê rewşa aborî ya bajarên kurdan li ber çava bê girtin û kurdan bikin hêza kar a erzan. Ev pêkanîna mijarê gotinêye dê bêedeletiya hatin kurtir bike û herêmên ji bo wan heqdest kêm hatiye diyarkirin, dê koçî herêmên ku heqdest bo wan zêde hatiye kirin bikin.
Nivîskar Ferda Koç ku nûnerê Dev Saglik-Îş û endamê KCD’ê ye der barê mijarê de axivî û diyar kir ku sînorê heqdestê kêm ya bajarên kurd bi awayekî fîlî bi alîkariyên xizaniyê hatiye diyarkirin û got nîqaşên heqdestê kêm li gorî nîqaşên ‘Bajarên kurdan bikin Çîna Tirkiyeyê’ bê kirin.
EKÎCÎ: EV REWŞEKE XETER E
Serokê giştî yê DÎSK’ê Erol Ekîcî jî ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ji serî de li hemberî Komîsyona Heqdestê Kêmne û wiha got: “Li wir 15 kes hene û ev jî TÎSK, Turk-Îş û hikûmetê ne. Ji xwe tişta hikûmet dibêje pêk tê. Jixwe hikûmetê bi aşkerakirina raporê rêje diyar kiribû. Bi vê civînê tenê radigîhne aliyan. Dîsa dema mirov li raporan dinêrin di meha Çile, Tîrmehê de ji sedî 3 zêdebûnek heye. Em wekê DÎSK li dijî vê ne. ev ne li gorî rastiya dewletê ye. divê tiştekî wisa ne di rojevê de bûya. Rojevkirina vê rewşeke xeter e.”