Di kongreya AKP’ê ya 30’ê Cotmehê ku beriya hilbijartinên giştî hedefên xwe yên 2023’an aşkera kirin û Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan ku behsa “vîzyona” 2071’an kir, bes derbarê vê de ti agahiyên berfireh nedan. Li gorî bersivên dane pêşniyarpirsên BDP’ê xuya dike ku, dê welat vegerînin girtîgehekî mezin. Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn bersivên ku dane pêşniyarpirsa Parlementerê BDP’ê yê Bedlîsê Husametîn Zenderlîgolû, hikumeta AKP’ê arman dike ku di sala 2016’an de kapasîteya girtîgehan bigehîne 203 hezar 23 kesî.
Bersiva ku Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn daye pêşniyar pirsa nivîskî ya Parlementerê BDP’ê yê Bedlîsê Husametîn Zenderlîoglû, bal dikişîne ser plana 5 salan ya hikumeta AKP’ê bi îdîaya çareseriyê amade kiriye.
Li gorî vê armanc dikin ku bi kapasîteyên zêde girtîgehan di sala 2012’an derbêxin 9 hezar 400 kesî, sala 2013’an 14 hezar 856 kesî, sala 2014’an 26 hezar 180 kesî, sala 2015’an 19 hezar û sala 2016’an jî 8 hezar 650 kesî bigehînin 78 hezar 086 kesî û bigiştî bigehe 203 hezar û 223 kesî.
Li gorî hêjmarên fermî yên 2011’ê, 92 hezar 617 hikumxwarî, 32 hezar 479 girtiyên zilam, hezar 584 girtiyên jin û hezar 924 jî zarokên girtî bi giştî 123 hezar 604 kes li girtîgehê bûn.
HEDEFA RASTÎN 2016
Têkildarî mijarê Parlementerê BDP’ê yê Bedlîsê Husametîn Zenderlîoglû daxuyanî dan ANF’ê û da diyarkirin ku, wadeyên ku hikumeta AKP’ê ji bo pêşerojê dide farazî ne û got; “Ne 2023’ê ne jî 2071, rastiya bingehîn vîzyona AKP’ê ya 2016’ê ye.”
Zenderlîoglû wiha axivî: “AKP bi dayîna dîrokên dûr yên weke 2023 û 2071 ku naveroka wan vale û manîpulatîf, tenê ji bo dirêj kirina temenê xwe ye. Vîzyona AKP’ê ya rastîn 2016’e ye. Tenê projeyek rastîn ya AKP’ê heye ku ew jî dê sala 2016’an kapasîteya girtîgehan bigehîne 203 hezar kesî, projeya Tirkiye yê vegerînin girtîgehekî mezin.”
PIRANIYA WAN KURD DÊ 80 HEZAR KESÊN DIN JÎ BIŞÎNIN GIRTÎGEHAN
Zenderlîoglû destnîşan kir ku, di serî de Kurd û hemû kesimên muxalefeta AKP’ê dikin, bi qanûnên direngî şevê li meclîsê kom dibin û dixin rêvebernameyê dixin girtîgehan. Zenderlîoglû got, “ Hikumeta ku bi tolerasna sifir îşkence derkete rê bi dirêj girtîmayînê îşkenceya li ser Kurdan berdewam dike. Mantîkê ku di bin plana dê kapasîteya girtîgeha ya 120 hezarî sala 2016 bigehînin 203 hezarî, 80 hezar Kurdên din rêkirina girtîgehane.”
Zenderlîoglû aşker kir ku, “Hemû pêşniyarên ji bo demokratîkbûyîna Makezagona welat tên redkirin. Planên AKP’ê yên zêdekirina kapasîteya girtîgehan ya sal 2016’an, di çêkirina Makezagona nû de fikarên me zêde dike.”