HDP’yiyan mala xwe ji erdhejzedeyan re vekir
Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê Maseya Koordînasyonê vekir û kampanyayek dest pê kir ku kesên bêmal mane vexwînin malên xwe.
Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê Maseya Koordînasyonê vekir û kampanyayek dest pê kir ku kesên bêmal mane vexwînin malên xwe.
Li Îzmîrê di 30’ê Cotmehê de bi pîleya 6,9 erd hejiyabû. Di vê erdhejê de 8 avahî hilweşiyan û 102 kes jî mirin. Hê jî li ser kavilê 5 avahiyan xebatên rizgarkirinê didome. Herî dawîn piştî 91 saetan zaroka 3 salî ya bi navê Ayda Gezgîn ji bin kavilan hate derxistin.
Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê hemû hêza xwe da bicihanîna pêdiviyên erdhejzedeyan. HDP’ê li Manavkûyûya Bayrakliyê Maseya Koordînasyonê ava kir û ji Ajansa Mezopotamyayê re axivîn.
Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê Abdulkadîr Baydûr diyar kir ku beşeke zêde ya herêmê ne li gorî îmarê ye. Baydûr diyar kir ku ew ji roja pêşîn ve li qadê xebatên xwe didomînin û hemwelatî derbarê baca erdhejê bi gazin e. Baydûr got ku “Li gorî çavdêriyên me 100 hezar kes pirsgirêka wan a malan hene. Zivistan tê. Bi baranekê re wê rewşa kesên di konan de çawa be? Em ne bawer in hikumet tevdîra vî tiştî bistîne.”
Baydûr bal kişand ser vî tiştî ku ji roja pêşîn ve HDP’yiyan mala xwe ji erdhejzedeyan re vekiriye û banga geşkirina hevgirtinê kir.
Hevseroka HDP’ê ya Bajêr a Îzmîrê Besriye Tekgur jî diyar kir ku ji dema erdhejê û vir ve ew tevî parlementer û rêxistinên bajêr ên HDP’ê li ba gel in û ji bo daxwazên gel bi cih bînin hewl didin.
Tekgur diyar kir ku alîkariyên tên belavkirin jî bi tenê diçin hin deran û hin kes ji alîkariyê mehrûm dimînin.