HDP'yiyan li Mannheîmê panela hilbijartinê lidar xistin

Di panela HDP'yiyan a li bajarê Mannehîmê de hat destnîşankirin, ku li hemberî dîktatoriya AKP'ê wê di 7'ê Hezîranê de destan were nivîsandin û hat gotin, "Pêwîste em hîn bêhtir bixebitin û berê mirovan bidin HDP'ê."

Di panela HDP'yiyan a li bajarê Mannehîmê de hat destnîşankirin, ku li hemberî dîktatoriya AKP'ê wê di 7'ê Hezîranê de destan were nivîsandin û hat gotin, "Pêwîste em hîn bêhtir bixebitin û berê mirovan bidin HDP'ê."

Pêkhateyên HDP'ê li bajarê Elmanya Mannheîmê, li ser hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê panelek organîze kirin. Di panela li lokala ATÎF'ê de endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Lûdwîgshafenê, AGÎF, ATÎF û ADHF amade bûn.

'DIVÊ HER KES YA JI DEST TÊ BIKE'

Li ser navê AGÎF û SKB'ê Ayşe Yûmlû Yeter peyivî û got, "HDP partiya yên li derve hatine hiştin e û weke alternatîfa yekane ketiye ser rê. Ne Ergenekonî, ne Fethûllahî ne jî AKP'yî dixwazin gel li hev bicivin. Çareseriya ti ji van ji bo pirsgirêkên gelan nîne."

Yeter da zanîn ku têkoşîna jinê jî mezin bûye û jin di nava HDP'ê de li hev civiyane.

Nûnerê ATÎF'ê jî da xuyakirin ku ew di pêvajoyeke ji bo çep-sosyalîstan girîng e derbas dibin û got, "Divê her kes di vê demê de ya ji dest tê bike. Çi dibe bila bibe, ruhê me yê têkoşînê wê ber bi serketinê ve biçe. Ev hilbijartin wê êdî bibin navê jiyana nû. Ji bo vê jî divê em hîn bêhtir bixebitin û mirovan îqna bikin ji bo dengê xwe bidin HDP'ê."

Nûnerê ADHF jî got, "HDP navnîşana hevpar a me hemûyan e. Ev yek jî nîşan dide ku 'partiya jiyana nû' ya hemû gelên bindest e."

'DI 7'Ê HEZÎRANÊ DE EM DIKARIN DESTANÊ BINIVÎSÎNIN'

Li ser navê NAV-DEM'ê Ramazan Ozuak li panelê axivî û got, "Ev hilbijartin wê bibe têkoşîna keda pêncî salî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê hatiye dayîn. Hem ji bo Kurdan hem jî ji bo şoreşgerên çep-sosyalîst ev hilbijartin di asta ezmûnê de ye. Çawa ku me bi hev re li Kobanê destan nivîsandin, niha jî em dikarin destaneke din di 7'ê Hezîranê de bi HDP'ê re binivîsînin. Weke çep-sosyalîst û Kurdên li Ewropayê dijîn, divê em li dijî dîktatoriya AKP'ê û ji bo hilweşandina desthilatdariya li Tirkiyeyê hîn bêhtir bi daxwaz bixebitin."