HDP xeteke nû ya siyasî ji xwe re diyar dike
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim diyar kir, xeteke nû ya siyasî ya HDP'ê, ku her kesî hembêz dike, tê afirandin.
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim diyar kir, xeteke nû ya siyasî ya HDP'ê, ku her kesî hembêz dike, tê afirandin.
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim peyama 'Dibe ku tifaqên nû pêk werin' a Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji ANF'ê re nirxand û diyar kir, xeteke nû ya siyasî ya HDP'ê, ku her kesî hembêz dike, tê afirandin.
Yildirim destnîşan kir, ku mebest ji 'tifaqên nû' partiyek an jî şexsiyeteke siyasî nîne û anî ziman, welat pir reng e ku nabe di nava çanda AKP-CHP-MHP'ê de bê asêkirin. Yildirim ragihand, dibe ku ew bi rêxistinbûn û organîzasyonên siyasî yên nû, ku hê derneketine holê û hemû beşên civakê hembêz dikin, tevbigerin.
Ahmet Yildirim anî ziman, ew ne tenê ji bo mirovên mîna HDP'ê difikirin, ew li gorî hesasiyeta tevahiya civakê siyasetê dikin û destnîşan kir, divê perspektîfa Demîrtaş jî di vê çarçoveyê de were xwendin.
Yildirim ragihand, weke HDP ew rast nabînin ku girseyê bike du perçe û bêje, 'ev perçe ya min e, ya din jî hevrikên min e'. Yildirim got, "Weke min bifikire yan jî nefikire, berpirsyariya me ye ku em pirsgirêkên her kesên li vî welatî dijîn çareser bikin. Lewma em ji kevneşopiyeke ku xwedî li pirsgirêkên tevahiya welêt derdikevin. Ji ber vê yekê, eger nêzîkatiyeke 'girseya ji sedî 49 a NA girseya min e, yên mayî jî ne ya min e', wê xizmetê ji feraseta desthilatdariyê ya ku civakê li hemberî hev radike, bike. Nepêkan e ku em vê qebûl bikin."
'JI BO MIROVÊN DENG NEDANE ME, BERPIRSYARIYÊN ME HENE'
Ahmet Yildirim bibîr xist, ku îro ji sedî 76 ê dengdêran xwe dijberê HDP'ê nabînin û got, "Eger ji sedî 76 xwe di rewşeke ku dikare deng bide HDP'ê de dibîne, gelo em ê çawa vê red bikin? Ji xwe berpirsyariya me ye ku em siyaseta mirovên qet deng nedin me jî bikin."
Yildirim bal kişand ser projeya Tirkiyebûyînê ya HPD'ê, ku siyasetmedarên legal ên Tevgera Siyasî ya Kurd jî di nav de hene û got, "Em feraseta ku welêt dike du parçe, civakê tîne hemberî hev rast nabînin. Peyama Hevserokê me Birêz Demîrtaş jî bi vî rengî ye."
Ahmet Yildirim destnîşan kir, ku pêwîstiya welêt bi zimanekî nû yê siyasetê, organîzasyoneke nû ya siyasetê, têkoşîn û amûrên nû heye û diyar kir, welat pir reng e ku nabe di nava çanda AKP-CHP-MHP'ê de bê asêkirin.
'EM DIXWAZIN XETEKE NÛ YA SIYASÎ AVA BIKIN'
Di dewama axaftina xwe de Yildirim ragihand, ku weke HDP'ê ew ne li ser rêjeya dengê standiye, lê li ser hêza guherîn û veguherînê ya siyasetê bi pêş ve diçin û got, bi feraseta ku civakê û dewlemendiyan li gel hev digire, ew dimeşin.
Yildirim bibîr xist, di nava du rojên bihurî de Desteya Rêveberiya Navendî û koma Meclîsê ya HDP'ê bi qasî 20 saetan civîn lidar xistin û anî ziman, di hefteya pêş de wê Meclîsa Partiyê û Desteya Rêveberiya Navendî ya partiyê, ji bo pêşvebirina pêşniyara Hevserokê Giştî Demîrtaş wê bikevin nava liv û tevgerê. Yildirim got, "Em peyama Hevserokê me Birêz Demîrtaş weke peyameke xurt ji bo raya giştî dibînin û bi pêkhateyên xwe re dixwazin, vê bi pêş ve bibin, xeteke nû ya siyasî ava bikin û bi raya giştî re parve bikin."