HDP: Wê pir nedome, hûn ê hesab bidin!
HDP’ê xwest ku dev ji binçavkirina wekîlan biqerin û got: ‘’Ti welat demeke dirêj nikare bi fermana were birêvebirin’’
HDP’ê xwest ku dev ji binçavkirina wekîlan biqerin û got: ‘’Ti welat demeke dirêj nikare bi fermana were birêvebirin’’
Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) têkidarî binçavkirinên nehiqûqî yên bi ser partiya wan de daxuyaniyeke niviskî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
‘’Karê hevalbendiya Erdogan-AKP- MHP’ê îro bi binçavkirina 4 wekîlê me dom dike. Serokwekîlê Koma me Ahmet Yildirim, Wekîlê me yê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman, wekîlê me yê Amedê Îmam Taşçier û wekîlê me yên Rihayê Osman Baydemîr îro li pey hev hatin binçavkiirin.
Bi awayî dijhiqûqî binçavkirina wekîlên me nayê qebûlkirin. Helwesta provakatîf a Hikûmet, Dadê û Wezîrên Karê Hundir, her roj hinekî dî Tirkiyê ji mafê mirovan a gerdûnî, ji rêgezên hiqûqê û nirxên demokratîk dûr dixe.
Li Tirkiyê saziyên darazê mixabin alîgir û pêgir in. Hevserokê me, wekîl, hevşaredar, hemû siyasetmedarên me bi awayî dij hiqûqî, dijî Destûrê, dijî peymanên peymana demokratîk û mafê mirovan a ku Tirkiyê îmze kiriye, li girtîgehan rehîn têne girtin.
Em careke din diyar dikin, ev helwestên we yên derhiqûqî zû dereng li qada navnetewî wê bike ku hûn hesab bidin. Ti welat demeke dirêj nikare bi ferman were birêvebirin.
Em careke dî mêzîka dadmendiyê bi bîra wan dozger, dadgeran dixin ku girêdayî desthilatdariyê ne û alîgir in. Gelek biryarên dadgehê hene ku li di dema Rewşa Awarte û rêveberiya şidandî de hatine standin û li dinyayê bûne îbret.
Ew kesên ku ev biryar dane an hatine jibîkirin an jî di lîsteya tarî ya dadmendiyê de ne. Kesên ku wan ew darizandine jî di ûcdan û hişê gel, civakan de bi awayekî bi rûmet cihê xwe dîtine û nehatine jibîrkirin.’’