HDP û DBP: Em Helebceyê ji bîr nakin, em ê nehêlin bê jibîrkirin!

HDP û DBP'ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Helebceyê daxuyanî dan û gotin, ti ji komkujiyan heta niha nekariye pêşî li têkoşîna azadiyê bigire.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi wesîleya salvegera Komkujiya Helebceyê daxuyaniyên nivîskî weşandin.

HDP: BI KOMKUJIYAN PÊŞÎ LI TÊKOŞÎNÊ NEKARÎ BÊ GIRTIN

Di daxuyaniya Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê de hat gotin, "Beriya niha bi 29 salan, rûreşiyeke din li dîroka mirovahiyê zêde bû; sûc li dijî mirovahiyê hat kirin. Di 16'ê adara 1988'an de desthilatdariya Baasê û Saddam Huseyîn, çekên kîmyewî û biyolojîk bi kar anîn û jin, zarok, extiyar, ciwan zêdeyî 5 hezar Kurdên Helebceyê kuştin. Tevahiya cîhanê, Komkujiya Helebceyê şermezar kir."

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Rêveberiya Baasê ya Iraqê, gelek caran hewl da têkoşîna azadî û mafê rêveberiya xwe bi xwe ya Kurdan bi terora dewletê, bi zext û şîdetê bitepisîne. Lê belê van komkujiyan nekarî pêşî li daxwazên gel bigirin. Piştî vê komkujiya li nava axa Rêveberiya Federal a Kurdistana Iraqê hat kirin, têkoşîna gelê Kurd destketiyên nû afirand.

Di ser re sal derbas bûn. Rêveberiya îro li Kurdistana Sûriyeyê, li Rojava derket holê, raxist pêş çavan ku daxwazên wekhevî û edaletê yên gelekî nabe ku tine bên hesibandin. Bi Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryanî, Êzidî, Sûnî hemû gel û pêkhateyên Rojava, hewldanên tinehesibandinê û barbaryia çeteyên DAIŞ'ê li pey xwe hiştin û têkoşîna xwe ya Sûriyeya demokratîk gihand asteke nû. Modelek ku gelên ji çand, bawerî, nasname û zimanên cuda, di nava rewşeke wekhev û demokratîk de karibin bi hev re bijîn, afirandin. Ev yek bû mînak ji Rojhilata Navîn re.

Herikîna dîrokê gelek caran nîşan da, ku bi zext û rêbazên şîdetê dibe ku têkoşîna azadî, wekhevî û demokrasiyê ji bo demekê bê tepisandin yan jî qelkirin, lê belê ti carî nikare bê astengkirin. Çekên kîmyewî, biyolojîk an jî konvansiyonel, kîjan çek û rêbaz were bikaranîn jî, bi komkujî û şîdetê pêşî li têkoşîna demokrasî û edaletê nikare bê girtin.

Dersa herî girîng ev e ku desthilatdariya AKP-Erdogan divê ji erdnîgariyê û dîroka nêz derxîne. Konsept û pêkanînên şerê taybet, dikare pêşketinên dîrokî lawaz bikin, lê nikarin vegerînin. Qedexeya derketina derve ya sal û nîvekê li navçeyên Kurdan dewam kir, qedexe, dorpêçî, operasyon, zext, polîtîkaya koçberkirinê, hewldanên tesfiyekirina siyaseta demokratîk, desteserkirina şaredariyan bi rêya qeyûm tenê bê edaletî û şermê mezin dikin. Nikarin pêşî li têkoşîna aştî, azadî, wekhevî û demokrasiyê bigirin.

Di salvegerê de em careke din dijminên mirovahiyê yên Komkujiya Helebçeyê irine, şermezar dikin. Em ji bîr nakin, em ê nehêlin bê jibîrkirin. Yên ku ji wan heye ku bi polîtîkayên zext û şîdetê dikarin pêşî li têkoşîna gel bigirin, bila dersê ji dîrokê derxînin."

DBP: RÎSK HEYE KU KOMKUJIYA HELEBCEYÊ DUBARE BIBE

Navenda Giştî ya DBP'ê jî ev daxuyanî da:

"Destketiyên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê hatine afirandin, nîşan didin ku hewldanên ji bo qirkirina Kurdan, bê encam in. Tevî berdêlên giran ên gelê Başûrê Kurdistanê, ku bi dehan salan da, helwesta ku rêveberiya Başûrê Kurdistanê îro li dijî Kurdên li Şengalê nîşan dide, ne ya qebûlkirinê ye. Komkujiyek mîna ya Helebceyê li pêş Êzidiyên li Şengalê ye. Bi taybetî di vê demê de, ku pêwîstiya Kurdan ji her demê zêdetir bi yekîtiyê heye, zext, zordarî û êrîşa li dijî daxwaza azadiyê ya gelê Şengalê, tenê dilê dijminên Kurdan xweş dike. Ji bo Kurdan yekane rêya parastina hebûna xwe, qedandina nakokiyên navxwe û xurtkirina hevgirtinê ye.

Di salvegera komkujiya Helebceyê de em careke din dijminên mirovahiyê yên komkujî kirine şermezar dikin û kesên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr tînin. Em ji bîr nakin."