HDP û DBP çûn serdana sindoqên li Strasboûrgê
HDP û DBP çûn serdana sindoqên referandûmê yên li Strasboûrgê.
HDP û DBP çûn serdana sindoqên referandûmê yên li Strasboûrgê.
Heyeta ku seroktiya wê Parlementer Ertûgrûl Kurkçu û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek dikirin, piştî serdana li Kongreya Rêveberiyên Cîgehî û Herêmî ya Ewrûpayê û şûnde, çûn serdana navenda ku ji referandûmê deng lê dihate dayîn. Heyeta ku ji aliyê Sersefaretxaneya Strasboûrgê hatin pêşwazîkirin, ji peywirdarên sindoqan û hilbijêran agahî stendin.
Di daxuyaniya de ya ku li ser navê heyetê hate kirin, hat xwestin ku divê her kes dengê xwe bide û ji bo demokrasiyê divê ‘NA’ bi ser bikeve.
Heyetê diyar kir ku, di rewşên wisa hesas de sistbûn û rehavet bi kêrî yên hember tê û banga berpirsyariyê kir.