HDP û DBP çûn serdana konê li dijî DAIŞ’ê hatiye vedan
HDP û DBP çûn serdana konê li dijî DAIŞ’ê hatiye vedan
HDP û DBP çûn serdana konê li dijî DAIŞ’ê hatiye vedan
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer û Serokê DBP’a Wanê Musa Îtah, çûn serdana konê nobetê yê bi pêşengiya DOKH’ê li Taxa Navrî li ser îdîayên ku ji Îranê endamên DAIŞ’ê derbasî navçeya Ebax a Wanê kirine, hat vedan.
Li ser îdîayên ku endamên DAIŞ’ê ji Îranê derbasî Tirkiyeyê bûne şûnde, DOKH’ê li gundê Navrî yê Çaldêranê konê nobetê veda. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer û serokê DBP’a Wanê Musa Îtah çûn serdana kon û banga hestyariyê li gel kirin.
Uçer di serdanê de axivî û diyar kir ku li her derê Kurdistanê berxwedan hene, ev berxwedan çeteyên DAIŞ’ê ditirsîne û got: “Îro ev konê li vir hatiye avakirin ji bo gelê herêmê gelekÎ girîng e. Ji ber vê divê em hemû li dijî van çeteyan bibin mertal.
Îtah jî axivî û diyar kir ku gelê Kurd dê li dijî vê hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê bêdeng nemîne û got: “Kesên ku ji bo berjewendiyên xwe van çeteyan derbas dikin, dibin hevkarê vê hovîtiyê û got: “Hikûmeta AKP’ê li dijî vê tu tiştekî nake. Ev polîtîkayên bi vî rengî dê dîsa li wan vegere. Em ji vir hişyar dikin. Dest ji van polîtîkayan berdin.”