HDP û CHP’ê bertek nîşanî Arinç da
HDP û CHP’ê bertek nîşanî Arinç da
HDP û CHP’ê bertek nîşanî Arinç da
Parlamenterê HDP’ê Ertugrul Kurkçu gotinên Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç ên qala pêvajoya çareseriyê kir û nirxandina ‘Em mecbûr û mehkûmê pêvajoyê nîn in’, nirxand û bal kişand ser piştgiriya civakî ya ji bo pêvajoyê û îradeya aliyên pêvajoyê dimeşînin û wiha got: “Di vê mijarê de hikûmet bi tena serê xwe nikare biryarê bide. Bi gotina berdevkê hikûmetê ya min qedend, ez ê biqedinîm ve naqede.” Parlamenterê CHP’ê Tanrikulu jî diyar kir ku civaka Tirkiyeyê mehkûmî aştiyê ye û got: “Hikûmetê ji serî de nêzîkatiyeke ku vê meseleyê dîl digire, dike qurbana berjewendiyên xwe nîşan dide."
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç duh piştî civîna Lijneya Wezîran nirxandina “Em mecbûr û mehkumê pêvajoya çareseriyê nîn in” kir, ev nirxandinê bi xwe re nîqaş jî anî. Daxuyanî wekî gefa hikûmetê ya ji bo qedandina pêvajoya çareseriyê hate fêmkirin û nîqaşên ku wê di vê mijarê de alternatîfa hikûmetê çibe destpê kirin.
HDP’ê li hemberî daxuyaniyên Berdevkê Hikûmetê Arinç nerazîbûn nîşan da. Parlamenterê HDP’ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu gotinên Arinç bi tespîta “nêrîna ewlehîkar” nirxand û wiha got: “Mijara qedandina pêvajoyê tenê mijareke ku hikûmet biryarê bide nîn e. Pêvajoyeke ku qasî ku ji wan re neyê hiştin jî girîng û mezin e. Ji ber ku piraniya civakê li cem pêvajoyê ye, rêxistinên sivîl ên civakî li dora pêvajoyê kom bûne. Tevgera azadiya Kurd bi hemû hevparên xwe ve pêvajoyê dimeşînin. Ji ber vê yekê jî mijareke ji Arinç re maye nîn e. Mijareke ku ew biryarê bide nîn e. Di heman demê de dema em destpêkirina pêvajoyê dinêrin em dibînin ev polîtîkayeke dewletê ye. Ji ber vê yekê jî bi daxuyaniyên min qedan ez ê biqedînim ve bi dawî nabe.”
Kurkçu bilêv kir ku hikûmet bi dubendiya “nîzama cemaweriyê yan pêvajoya çareseriyê” nêzîk dibe û wiha got: “Ev her du nikarin bên li hemberî hevdu. Pêvajoyeke çareseriyê ya bi serkeftî wê bibe derfet û firsenda parastina nîzama cemaweriyê. Divê em binêrin bi rastî niyetek û îradeyeke ji bo meşandina pêvajoya çareseriyê heye yan na. Di aliyê me de îradeyeke wisa heye.” Kurkçu bi gotina “Fêmkirina vê pêvajoyê wekî pirsgirêka ewlehiyê wê zirarê bide pêvajoyê” hikûmet hişyar kir wiha berdewam kir: “Di vê çerxeriyê de dûman paşve kişandin nîşan dide ku hûn rêveberekî baş ê cemaweriyê nîn in. Ji ber ku em dizanin pêvajo ji bo gelan e em ê bi israr bin. Di pêvajoya çareseriyê de divê ev gotin neyên kirin.” Kurkçu anî ziman ku ew fêm dikin ku Arinç dixwaze çi bibêje û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Em jî dibêjin ku pêvajoya çareseriyê bi qenaeta berdevkê hikûmetê ve na, hemû civak li dora pêvajoyê kom bûye.”
TANRIKULU: CIVAKA TIRKIYEYÊ MAHKUMÊ AŞTIYÊ YE
Ji CHP’ê jî li dijî daxuyaniyên Arinç bertek hat. Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu got: “Tirkiyeyê ji serî de nêzîkatiyeke ku vê meseleyê dîl digire û dike berjewendiyên xwê yên siyasî nîşan dide. Arinç duh ev bi awayekî aşkera danî holê.
Ew fikrana wan e, ew dibe ku wek alternatîfa pêvajoya çareseriyê şer û pevçûnê bifikirin. Lê civaka Tirkiyeyê mahkumî aştiyê ye, alternatîfeke wê ya din tune. Civaka Tirkiyeyê tevî her tiştî wê aştiyê ava bike. Mixabin hikûmet ev demeke dirêj e ziman û uslubekî ku Kurdan ji civakê dûr dixe bi kar tîne.”