HDP: Soylû ji bo ku dîsa bibe wezîr êrîşan dike
Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê nerazîbûn nîşanî êrîşên Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû da û diyar kir, Soylû ji bo ku dîsa bibe wezîr êrîşî HDP’ê dike.
Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê nerazîbûn nîşanî êrîşên Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû da û diyar kir, Soylû ji bo ku dîsa bibe wezîr êrîşî HDP’ê dike.
Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû ji ber bûyereke ku qet eleqeya HDP’ê pê tine, hedê xwe û sînorê xwe yê zagonî û yasayî derbas dike û naveroka axaftina xwe ya li ser Hevseroka me ya Giştî li her derê didomîne.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku; “Tekane sedema vî tiştî heye. Soylû ji bo ku dîsa bibe wezîr, dixwaze xwe şîrîn bike û ji bo piştgiriya hevkarê koalîsyonê hewl dide HDP’ê bi kar bîne.”
SOYLÛ GEF LI GUNDIYAN XWAR ME GILIYÊ SÛC KIR
Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê got: “Feraseta ku nahêle HDP di meclîsê de be, ti eleqeya wê bi demokrasî û mafên mirovan tune. Soylû telefonî hevseroka me ya giştî dike û gefan li wê dixwe. Soylû di heman demê de dibêje; ‘Ez ê li wî gundî kevir li ser kevir’ nehêlim û gefê li hemû gundiyan dixwe. Li wî gundî qedexeya derketina derve îlan dikin û hewl didin wan gundiyan ceza bikin.
Tekane berpirsê van êrîşên li ser endam û partiya me û gundiyên li herêmê Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû ye. Em diyar dikin, ji bo ku li ber hiqûqê hesap jê were pirsîn, me têkildarî wî giliyê sûc kiriye.”