HDP: Polîtîkaya dewletê penaberan dikuje

Komîsyona Penaber û Koçberan a HDP'ê bi daxuyaniyekê diyar kir ji ber polîtîkayên dewletê penaber têne kuştin.

Komîsyona Penaber û Koçberan a HDP’ê, derbarê cînayet û êrîşên li hemberî penaberan ku di demên dawîn de zêde bûne de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Komîsyonê, di daxuyaniya xwe de de êrîşên li hemberî 4 penaberan ku xwestibûn ji Hesekê derbasî Qoserê bibin û bi ser mayînan de hatibûn şandin û di encama teqîna mayînan de jiyana xwe dest dabûn û Vaîl El Mansûr ku li Konyayê bi kêrê hatibû kuştin bi bîr xist û destnîşan kir ku sedem û faîlên cînayetên li hemberî penaberan polîtîkayên ku ji hêla dewletê yên li dijî penaberan e. Komîsyonê, di dawiya daxuyaniyê de xwest ku polîtîkayên li dijî penaberan bên dawîkirin.