HDP: Hûn nebaşiyên herî mezin bikin jî, em ê serî netewînin
HDP'ê li ser derxistina kedkaran ji kar û girtina saziyên çapemeniya azad daxuyaniyek da û got, "Hûn nebaşiyên herî mezin bikin jî, em ê serî li ber vê feraseta we netewînin."
HDP'ê li ser derxistina kedkaran ji kar û girtina saziyên çapemeniya azad daxuyaniyek da û got, "Hûn nebaşiyên herî mezin bikin jî, em ê serî li ber vê feraseta we netewînin."
Desteya Rêveberiya Navendî ya HPD'ê li ser derxistina kedkaran ji kar û girtina saziyên çapemeniyê yên vê dawiyê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Cîgirê Hevserokên me Sezaî Temellî jî û şêwirmendên wekîl û koma me ya li mecîsê jî di nav de 10 hezar 159 mamoste, kedkarên tenduristiyê, akademîsyen, xebatkarên wezaretiyê, kedkarên cemaweriyê bi rengekî nehiqûqî bêyî biryara dadgehê ji kar hatin derxistin."
'DAXWAZA DEWLETEKE JI YEK YARTÎ Û YEK ŞEXSÎ TÊ KIRIN'
Di dewama daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku DÎHA û yekane ajansa jinê ya nûçeyan JINHA jî di nav de gelek rojname û kovarên bi Kurdî û Tirkî weşanê dikin hatine girtin û hat gotin, "Biryar hat dayîn ku malên şaredariyên qeyûm li wan hatine erkdarkirin werin desteserkirin. Di nava sîstema hiqûqê de ku di rewşa heyî de dûrî eadletê ye, mafê parastinê bêhtir asteng bû. Li zanÎngeha hilbijartinên rektoriyê hatin rakirin.
Careke din, bêyî biryara dadgehê mirov weke sûcdar tên îlankirin. Careke din azadiya çapemenî û ragihandinê tê qedexekirin; medya Kurd, rojname, radyo, ajans, televîzyon û malperên înternetê tên girtin, malên wan tên desteserkirin û hewl tê dayîn dengê gelê Kurd bê birîn.
Bi Biryarnameyên bi Hukmê Qanûnî yên dawî re, ji bo avakirina 'dewleteke yên bîatê dikin' û 'dewleta yek partî' gaveke din hat avêtin."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku di sîstema Rewşa Awarte de maf, hiqûq û azadî nîne û gelek xalên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û Peymanên Neteweyên Yekbûyî her roj tên binpêkirin.
Di dawiya daxuyaniyê de ev mesaj hat dayîn:
"Em careke din ji desthilatdariya AKP-Erdogan re dibêjin: Hûn nebaşiyên herî mezin bikin jî, em ê li ber vê feraseta we serî netewînin. Ne gelê Kurd, ne tevgera siyasî, ne jî hêzên aştî û demokrasiyê wê li ber vê bêhiqûqiyê serî netewînin.
Rabûna li ber vê sîstema Rewşa Awarte, parastina demokrasiyê erka welatîbûn û însanî ya me hemûyan e. Li dijî neheqî, bêhiqûqî û Rewşa Awarte, berxwedan rêya me ye."