HDP: Hikûmet bi siyaseta li hemberî Kobanê re biçûk bû
HDP: Hikûmet bi siyaseta li hemberî Kobanê re biçûk bû
HDP: Hikûmet bi siyaseta li hemberî Kobanê re biçûk bû
Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag got ku hikûmeta AKP'ê bi polîtîkaya xwe ya li hemberî Kobanê re biçûk bûye. Yuksekdag bi tundî nerazîbûn nîşanî gotinên Serokkomar Erdogan ên ji bo rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a digot, "Ma em ê vîlla bidin wî" da û got: "Ji xwe Ocalan vîlla naxwaze, daxwaza me çareserî ye."
Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag di komcivîna partiya xwe ya vê hefteyê de der barê bûyerên di rojevê de axivî. Yuksekdag helwest û siyaseta hikûmeta AKP'ê li hemberî Kurdan rexne kir. Yuksekdag got ku hikûmeta AKP'ê hemû hêzên li hemberî aniye beramberî xwe û wiha axivî: "AKP bi vê siyaseta xwe biçûkbûna xwe îlan kiriye. Êdî ew jî vê rastiya xwe dibîne."
Yuksekdag, ji Davûtoglû û Serokkomar Erdogan ê ku di vê mijarê de ew rexnekirin re wiha got: "Li qusurê mêze nekin Birêz Davûtoglû û Erdogan em weke we li ser mirinan siyasetê nakin. Em ji bo karibin siyasetê bikin, dimirin. Ji bo em hinek tiştan bidin qebûlkirin divê em bimirin." Yuksekdag ji gefên hikûmetê re jî wiha bersiv da: "Hûn bi mirinê û bi gefên xwe yên erzan nikarin bitirsînin." Yuksekdag banga, "Şer li hemberî gelê xwe îlan nekin" kir.
CÎNAYETÊN TIRKIYEYA NÛ
Yuksekdag, xwest bûyer bên lêkolînkirin û rayedarên sûc kirin bên cezakirin. Yuksekdag, anî ziman ku li hemberî wan kampanyaya qirêjkirinê hatiye destpêkirin û wiha axivî: "Tu ji van eleqeya xwe bi exlaqê siyasetê re tineye." Yuksekdag, da zanîn ku der barê ti rayedarên cemaweriyê ti kar nehatin kirin û heya niha nêzî 400 kesên piranîna wan endamên wan in hatin girtin û wiha pê de çû: "Tirkiyeya nû ye. Li vê Tirkiyeyê cînayetên kiryar nediyar ji nû ve destpê kirin. Rojnamevanek li Edeneyê ji aliyê kesên bi maske ve hate qetilkirin. Eger hûn wêrek bin herin wan makseyan daxînin. Mirinên bi guman destpê kirin. Rojnamevake DYA'yî bi guman hate kuştin. Berî bê kuştin tê gotin rastî gefên MÎT'ê hatibû." Yuksekdag ji hikûmetê xwest ku di van mijaran de bi lezgînî daxuyaniyê bide.
HÛN AQILMENDAN DICIVÎNIN, LÊ WE ÇI LI RAPORÊN WAN KIRIN?
Yuksekdag têkildarî pêvajoya çareseriyê de jî ev nirxandin kir: "Hikûmetê êdî têkiliya Kobanê û pêvajoya çareseriyê dît. Piştî ewqas tiştan ev yek dît baş e." Yuksekdag balkişand ser civîna hikûmetê ya bi heyata aqilmendan re û wiha axivî: "Êdî em soz û xapandinên wan na, gavên şênber bên avêtin dixwazin. Aqilmend komkirin lê besiva vê yekê nedan. Aqil bi mehan xebitîn û rapor amadekirin. Ew çi li wan raporan kir. Gavên têkildarî pêvajoyê de yek yek rêz kirin çima ew gav nehatin avêtin." Yuksekdag, bilêv kir ku nexşerê hêj di asta pêşnûmeyê de neye û Ocalan têkildarî nexşeriyê de pêşniyarên şênber pêşkêşkirin û wiha got: "Çi çêbû. Hêj hikûmet civînan li dar dixe, lê gavan navêjin. Êdî ev çi ye." Yuksekdag, anî ziman ku di pêvajoya çareseriyê de gava herî girîng paqijiya rê ye lê hikûmet li şûna vê yekê rê staablîze dike û wiha axivî: "Paqijiya rê demokratîkbûn e. Aştî di rewşek baş de dibe vegere demokratîkbûnê. Bi tena serê xwe agirbes bêpevçûnî nîn e, olguyeke civakî ye."
'PIRSGIRÊKA OCALAN NE VÎLA YE, YA ÇARESERIYÊ YE'
Yuksekdag li ser mijara herêmên tamponê jî rawestiya û wiha got: “Eger derdê we parastina sînoran û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê be kantonên Rojava nas bikin. Rojavaya azad cihê herî bi ewle ye. Eger hûn vê ferasetê neguherînin tu der ji we jî ji bo me jî ne ewle ye.” Yuksekdag bal kişand li ser pirsgirêka jihevbawerkirinê jî û ev tişt anî ziman: “Di vê pêvajoyê de em ê kê muxatab bigirin. Birêz Serokkomar bi zimanekî diaxive, endamên hikûmetê cuda dixavin. Wezîr dibêjin şert û mercên birêz Ocalan dikarin bê guhertin, Serokomar bersivê dide ‘hûn qala çi şertan dikin em ê qesrê bidin’. Serokkomarê bi wezîrên xwe re dikeve polemîkê. Muxatab birêz Davûtoglû ye, yan jî Serokomarê ku hêj xwe serokê AKP’ê dibîne ye?.” Yuksekdag ji bo gotinên Serokkomar ên ji bo Ocalan ev tişt anî ziman: “Hûn bi ode, masa û televîzyona li Îmraliyê ve mijûl nebin. Karên we yên girîng heye. Ji bo pêvajoya çareseriyê desteyan bixin dewreyê, ji bo paqijiya rê bixebitin. Jixwe birêz Ocalan qesrê naxwaze. Qesr li xwediyên îxtidarê tên. Em çareseriyê dixwazin. Em naxwazin hewldanên aştî û çareseriyê vala biçin.”
Yuksekdag diyar kir ku zimanê li hemberî HDP’ê tê bikaranîn re tê xwestin ku pêvajoya çareserî û aştiyê ji holê bê rakirin û ev tişt got: “Hedefgirtina Hevserokê me, girtina endamên ne, partiya me kirina hedef netesaduf e. HDP bû pira aştiyê niha dixwazin vê pirê xera bikin.”
'KOBANÊ RÛMET E DIVÊ EM XWEDÎ LÊ DERKEVIN'
Yuksekdag bal kişand ser rewşa li Kobanê û got: "Xwedîderketina li welatiyên ku ji Kobanê hatine peywira me ye. Me ev peywir girt ser xwe û hêza me ya vê yekê pêk bînin jî heye. Bi rêveberiyên me re li gorî derfetên xwe em xwedî li 20 hezar kobaniyan derketin. Niha jî ew derdikevin dibêjin em xwedî li wan derketine. Eyb e û şerm e û derew e." Yuksekdag anî ziman ku divê her kes xwedî li Kobanê der keve û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Her kesê ku Kobanê wekî rûmetê dibînin divê xwedî lê derkevin. Em dikarin van rojên zehmet bi hevkariyê derbas bikin."