HDP: Em bi girseyî tevlî çalakiyên Newrozê bibin
Meclîsa Partiyê ya HDP'ê diyar kir, eger di referandûmê de dengê 'NA' bi ser bikeve, wê her kes bi ser bikeve. HDP'ê ji bo çalakiyên Newrozê jî banga tevlîbûnê kir.
Meclîsa Partiyê ya HDP'ê diyar kir, eger di referandûmê de dengê 'NA' bi ser bikeve, wê her kes bi ser bikeve. HDP'ê ji bo çalakiyên Newrozê jî banga tevlîbûnê kir.
Meclîsa Partiyê ya HDP'ê, encamnameya civîna 12'ê Adarê ya li Enqereyê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev civîna meclîsa partiya me diyarî hemû mirovên me yên 22 sal beriya niha di komkujiyên Gazî û Umraniyeyê de, 13 sal beriya niha di komkujiya Qamişloyê de, 29 sal beriya niha di komkujiya Helebçepeyê de û 39 sl beriya niha di komkujiya zanîngeha Stenbolê de jiyana xwe ji dest dan, hat kirin."
Di encamnameyê de hat ragihandin, di 4'ê Mijdara 2016'an de darbeya desthilatdariyê pêk hatiye û di encamê de Hevserok, parlamenter, hevşaredarên wan, siyasetmedarên demokratîk dîl hatine girtin û hat gotin, têkoşîna wan a li qada hiqûq û siyasetê dewam dike.
Meclîsa Partiyê bibîr xist, ku 115 roj di ser serlêdana wan a li Dadgeha Destûra Bingehîn re derbas bûye, lê hê serlêdana wan ketiye rojeva vê dadgehê û got, "Em bang li Dadgeha Destûra Bingehîn dikin ku li hemberî zextên giran ên hikûmetê û Erdogan bisekine û xwedî li biryarên xwe derkeve."
Di encamnameyê de bal hat kişandin ser referandûma 16'ê Nîsanê bê kirin û hat destnîşankirin, ku bi serketina dengê 'NA' wê her kesî bi ser bixîne.
HDP'ê ragihand, tevî dayîna dengan, ewlekariya sindoqan jî gelekî girîng e û ji bo pêşî li diziya dengan were girtin bang li welatiyan hat kirin ku bi berpirsyarî rabin.
BANGA JI BO ÇALAKIYÊN NEWROZÊ
Di dawiya encamnameyê de ji bo çalakiyên Newrozê banga tevlîbûnê hat kirin:
"Di rojên pêş de wê pîrozbahiyên Newrozê dest pê bikin. Ji bo ku pîrozbahiyên Newrozê bi heman biryardarî, girseyî û di nava aştiyê de werin pîrozkirin, em ê bi erka xwe rabin. divê pîrozbahiyên demokratîk neyên astengkirin û pêşî lê neyê girtin.
Em careke din bi bîra desthilatdariyê tînin, ku Newroz rojeke kevneşop a gelên li Rojhilata Navîn e, ku peyamên aştî, biratî û wekheviyê lê tên dayîn. Ev Newroz, ji bo gelên li dijî barbarên DAIŞ'ê têdikoşin, gelekî girîng e. Em ê bi vê berpirsyariyê rabin û li bendê ne ku rêveberên welêt bi heman berpirsyariyê rabin."
HDP'ê herî dawî got, "Em ê siyaseta demokratîk, bi biryar û bi hêvî; têkoşîna xwe ya azadî, wekhevî û edaletê mezin bikin. Rêya me vekirî be."