HDP'ê serdana xelkê Samandagê kir

Heyeta HDP'ê serdana şêniyên Samandagê kir. Heyetê û xelkê herêmê diyar kirin ku çavkaniya pirsgirêkan desthilatdariya AKP-MHP ye û ji bo têkoşînê biryardariya xwe nîşan dan.

Heyeta ku ji Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Tûncer Bakirhan, Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, parlamenterên HDP'ê Tulay Hatîmogûllari, Fatma Kûrtûlan, Kemal Pekoz, endamên MYK û PM'a HDP'ê, rêveberên Partiya Sosyalîst a Damezrandina Jinûve (SYKP) û pêk dihat li navçeya Samandagê ya Hatayê bi gel re hat gel hev. Heyetê, di çarçoveya Kampanya "Em HDP ne li her derê ne" de di roja dawîn a bernameya xwe ya Çûkûrovayê de serdana Komeleya Keyayên Samandagê kir.

Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, di serdanê de axivî û got ku sedema hemû pirsgirêkên niha zihniyeta tekperest a desthilata AKP-MHP'ê ye. Keyayan jî pirsgirêkên xwe anîn ziman. Piştre bi esnafên navçeyê re hat gel hev. Esnafan heyet bi eleqeyeke mezin pêşwazî kirin û qurnefîlan dan jinên di heyetê de. Esnafan, qala krîza aborî kirin û gotin ku her tişt li holê ye û tiştekî ku ew bibêjin tune ye. Her wiha esnafekî gotinên rayedarên AKP'ê yên têkildarî gengeşiya siyasî ya li Tûnisê bi bîr xist û xwest ku HDP'î jî tayînkirina qeyûman û girtina parlamenteran bi bîra wan bixînin û ev tişt got: "Ev rewş ne desteserkirina vîna gel e?" Esnafekî din jî got ku ne ew tenê tevahiya Samandagê di vê pêvajoyê de ji vê desthilatê nerazî ye.

Heyet, li Qada Abdûllah Comert bi gel re hat gel hev û li pirsgirêkên wan guhdar kir. Heyetê bi welatiyan re li ser doza girtina HDP'ê, nexşeya ku di hilbijartinê de bê şopandin û pergala edaletê ya Tirkiyeyê nîqaş kir. Li vir jî Beştaş axivî û got, ew ji bo demokratîkbûna welêt têdikoşin. Herî dawî heyetê serdana esnafên Sîteya Pîşesaziya Biçûk kirin.

Piştre heyet derbasî navçeya Defneyê bû bi esnaf û nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî re hat gel hev.