HDP’ê rojnameya Akit derewand
HDP’ê rojnameya Akit derewand
HDP’ê rojnameya Akit derewand
HDP’ê daxuyaniyek der barê nûçeya rojnameya Akit de weşand û diyar kir ku tu eleqeya nûçeyê bi rastiyê re tune ye.
Cîgirê Serokê Koma HDP’ê Îdrîs Baluken daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Nivîskarê rojnameya Akitê Ramazan Alkan di nûçeya xwe ya bi navê ‘Ha ji we re ew tweet, de gotiye ku li ser hesaba facebookê ya min gotiye ‘Hevalno me agahî girt ku wê alîgirên DAIŞ’ê li Çewlikê êrîşê partiyê bikin, em dixwazin her kes bê avahiya partiyê’. Li gorî nûçeyê piştî vê daxuyaniya min sûîqesta li Çewlikê pêk hatiye.” Baluken diyar kir ku tu eleqeya vê nûçeyê bi rastiyê re tune ye.
Baluken diyar kir ku wî bi tu awayi daxuyaniyeke bi vî rengî nedaye û got: “Jixwe hesaba Facebookê ne ya min e Min bi xwe berê jî aşkera kiribû ku ev hesaba sexte ne ya min e.”
Baluken da zanîn ku wan beriya her kesî têkildarî sûîqestê daxuyanî daye û diyar kirine ku ev sûîqest bûyereke tarî û kûr e.
Baluken destnîşan kir ku bêyi lêkolînkirina rastî û çavkaniya bûyeran, divê nûçeyên wiha xelet û derew neyên weşandin û ev yek ne li gorî exlaqê çapemeniyê ye.
Baluken rojnameya Akit şermezar kir û diyar kir ku der barê nûçeyê de serî li rêyên huqûqî hatiye dayin.