HDP’ê navnîşana tevna civakî ya dîmenên înfazê weşand pirs kir

Parlamenterê HDP’ê Sariyildiz, navnîşana Twîtter a heqaretan li Kurdan dike û dîmenên înfazê diweşîne ji hikûmeta AKP’ê pirsî.

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, der heqê navnîşana bi navê JÎTEM a di Twîtter de, piştî ciwanên Kurd bi awayekî hovane hatin qetilkirin dîmen û wêne di tevna civakî de weşand pêşniyarpirsek da Wezîrê Karên Hundir Selamî Altinok.

'ÇIMA HÛN LÊPIRSÎNÊ NADIN DESTPÊKIRIN?'

Parlamenterê HDP'ê ev pirs ji Wezîr Altinok pirsî:

Der heqê navnîşana bi navê ‘JÎTEM’ a di Twîtter de ya wêne û dîmenên ciwanên Kurd ên piştî hatin înfazkirin îşkence li bedena wan hat kirin weşand de ti lêpirsîn hatiye destpêkirin? Eger nehatibe destpêkirin sedem çi ye?

Navnîşana bi navê JÎTEM a di Twîtter de ya wêneyên Haci Lokman Bîrlîk ê hatiye înfazkirin û bûrayê Parlamentera Şirnexê ya HDP’ê Leyla Bîrlîk e, aîdî kê ye? Îdîayên ku tên gotin ev navnîşan ji aliyê hêzên girêdayî wezareta we ve tê bikaranîn rast e?

Wêne û dîmenên bedenên ciwanên Kurd ên hatine înfazkirin û yekparebûna bedena wan xera bûye çawa heman kêliyê di navnîşana bi navê ‘JÎTEM’ de tên parvekirin?

Înfaz û îşkenceyên ku li bajarên cuda tên kirin heman kêliyê di yek navnîşanê de ku tên parvekirin nîşan dide ev navnîşan ji aliyê pêkhateyeke organîzekirî tê bikaranîn. Li hemberî vê rêxistina sûc ti lêpirsîn hatiye destpêkirin? Ji bo ev rewşa xeternak bê lêkolînkirin mufettîşê mulkiye hatine wezîfedarkirin?

Kesên ku bi îdîaya heqaret li Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan kirine û di tevna civakî de parvekirinan dikin, tavilê ku tên binçavkirin û girtin, çima heta niha kesên piştî îşkenceyê li bedenên mirî dikin û di tevna civakî de parve dikin nehatine binçavkirin? Ji ber ji aliyê dewletê ve tên parastin ti pêkanîn der barê wan de nayê kirin?

Haci Lokman Bîrlîk piştî hat înfazkirin ku tê zanîn bê ji aliyê kîjan wesayîta zirxî ve hatiye kaşkirin jî çima tîmên taybet ên ev çalakiya hov pêk anîne hê li ser wezîfeyê ne, ji wezîfeyê nehatine dûrxistin?