HDP'ê nameyeke 'piştevaniyê' ji Yewnanîstanê re şand

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji ber şewata li daristanên Yewnanîstanê nameyek ji partiya Syrîza ya li desthilatdariyê re şand.

Name bi mohra Parlamenterê Îzmîrê û Alîkarê Hevserokên Giştî yê ji Ekolojiyê Berpirsyar Mûrat Çepnî hate şandin. Di nameyê de hate gotin, "Li erdnîgariya ku hûn lê dijîn, daristanên li herêma Rafîna û Kînetayê tevî hemû zindiyên di nav de, li gel xizmên me, malên we, dehl û rezên we dişewitin û dilê me jî bi wan re dişewite. Em bi vê êşê zanin û baş nas dikin."

Çepnî diyar kir ku ew sînorê navbera xwe nas nakin û got, "Em bi we re ne. Em amade ne birînên we bipêçin, qadên xwezayî biparêzin û çi ji destê me bê em amade ne bikin."

Li Yewnanîstanê ji ber şewata li daristanan li herêma Atînayê herî kêm 82 kes mirin. Hikumetê ragihand ku li gorî delîlên di destê wan de dibe ku şewat bi zanebûn hatibe derxistin.