HDP'ê name ji sê saziyên navneteweyî re şand

HDP'ê li dijî komkujiya sivîlan, têkildarî girtiyên nexweş û êşkenceya ku bi destê desthilatdariya AKP-MHP'ê tê kirin bang li saziyên navneteweyî kir.

Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê sê nameyên cuda ji saziyên navneteweyî, sefaretxane û tevna têkiliyên derve û partiyên dost re şand.

Di nameyan de qala êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, êşkenceya li Rojbîn Çetîn hate kirin, girtina avahiya KCD'ê, şert û mercên Denîz Yildirim û girtiyên din ên nexweş hate kirin.

'ÊRIŞ LI DIJÎ KURDAN HEMÛYAN TÊ KIRIN'

Name bi îmzeya Hevberdevkên komîsyonê Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoy hate şandin û têkildarî êrişên dagirkeriyê hate destnîşankirin ku êriş di heman demê de binpêkirina qada hewayî ya welatekî cîran e. Di nameyê de hate ragihandin ku li gel zext û zordariya li Kurdên li nava Tirkiyeyê her wiha êrişên li dijî Kurdan li tevahiya Kurdistanê mîna rewşeke rûtîn tên kirin.

Di nameyê de rewşa lezgîn a girtiyên nexweş jî hate bibîrxistn û bang li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT), Konseya Ewropa, Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê û Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hate kirin ku ji bo parastina mafê tenduristiyê yê girtiyên nexweş bikevin nava liv û tevgerê.