HDP’ê mîtînga xwe ya yekem li Hatayê lidar xist

HDP’ê yekemîn mîtînga xwe ya ji bo referandûma 16’ê Nîsanê li Hatayê lidar xist.

Yekemîn mîtînga HDP’ê ya ji bo referandûmên li Hatayê lidar xist. Mîtînga ku li Qada Newrozê ya Hatayê hate lidarxistin, Endama Desteya Rêveberiya Navenda HDP’ê Asiye Kolçak û Parlemeterê Îzmîrê Musum Dogan beşdar bûn.

Asiye Kolçak a di mîtîngê de axivî wiha got: “Referandûma 16’ê Nîsanê tê çi wateyê em kolan bi kolan, derî bi derî geriyan û vegot. 16’ê Nîsanê gelên Tirkiyeyê wê çi bikin dizane. Jiber ku gelên Tirkiyeyê di van sed salên dawî de ji ber vê sîstema yektiyê, ji vê rejîma li dijî pir rengiyê gelek êş kişand. Di van 15 salên dawî de hikûmeta AKP’ê çi anî me hemûyan bi çavê xwe dît. Wataya rejîma otorîter, tê wayeta rêveberiya siyasî ya ekonomîk û leşkerî di destê yek kesî de kom bibe. Wê 16’ê Nîsanê û şûnde çi ji bo me bîne? Ji xwe jin, ciwan, gelê me yên li van qada wê bersiva pêwîst bidin. Wê demê em dengê xwe zêde bikin.”

JI BO AZADIYA XWE EM BÊJIN ‘NA’

Kolçak bal kişand ser van xisûsan:

“Di vê mîtîngê de jin, ciwan, Elewî û Sunî li gel yek in. Em mozaîka Tirkiyeyê ye. Elewî, Kurd , Laz, Çerkez û Ermenî yên ku li Tirkiyeyê tên înkarkirin, hemû gel bi hev re dijîn. Ji niha û şûn ve jî wê li ser bingehê jiyanek azad, wekhev bijîn.

Yek ji sedema me ya din ku em dibêjin na Sûriye ya ku nêzî me ye. Desthilatdariya yekparêz a ku rewşa dawî dayî nîşandan felaket e. Wê demê em ê li dijî şer bêjin Na. Erê li Sûriyeyê felaketek tê jiyîn. Nêzî 10 milyon mirov neçarî koçkirinê bûn. Bi sedan cenazeyên welatiyên Sûriyeyê li ser rêya çûna derveyî welat li peravên deryaya Tirkiyeyê dan. Em ê ji vê polîtîkaya şer re bêjin Na. Dema tê gotina şer tê wateya mirinê, tê wateya xwînê û ji koka xwe qûtbûnê. Em ê ji polîtîkayên vê hikûmetê re bêjin Na.Ji bo aştiyekî civakî em ê bêjin Na.

Hevserokên me yên giştî li girtîgehê ne, parlementerên me li girtîgehê ne, em silav ji bo hemû hevalên xwe yên li girtîgehê dikin, em çalakiya greva birçîbûnê ya hevalên xwe silav dikin. Em silav ji bo hevserokên xwe yên giştî, 13 parlemeter, hevşaredar û hezaran girtiyên siyasî re bişînin û ji bo azadiya wan di 16’ê Nîsanê de bêjin NA.”

'PÊWÎSTE EM DENGÊ NA ZÊDETIR BIKÎN'

Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Muslum Dogan jî wiha got;

"Ez dixwazim behsa xalekî ku piştî referandûmê bikim. Canên Elewiyan, Hevrêyên Nûsayrî, Kurdan, bindestan, ji feqîr û hejaran re tiştek heye? Bi gotina Mertala Firatê zarokên gel hatin qetilkirin, mirovan hesab dan? Ev 15 sal e we ev welat talan kiriye, we destkeftiyên gel tine kirin, hûn hê dibêjin 'ray bidin me'. Gel vê dixwaze? Ev sîstema ku dixwazin avabikin daraz, rêvebirin û qanûn çêkirin di destê kesekê de kom dibe. Hikûmet nîne, wezîr nîne, meclîs nîne.

Pêwîste em li derdora xwe dengê 'NA' zêde bikîn. Ev sîstema nû feyda xwe ji kesekê re nîne. Aboriya 25 salên dawî ya herî xirab em dibînin. Mirov bê av û nanin. Kurd çi dixwazin, wekhevî, hemwelatî dixwazin. Dibêjin ev welatê hevpare. Ji bo vê pêwîste em bi şêweyekî bihêz bibêjin NA. Hevrêyên me yên polîs jî temaşe dikin. Em ji bo mafê polîsan ji tekoşînê dikin û ew ji gazê di avêjin me. Ji jor emir tê ji wan re, di 17'ê Nîsanê de wê gelek tişt werin guhertin.

Daxwazkirina mafê destûra bingehîn a hemwelatiyê xwestin tiştek xirabe, baweriya Elewî ji asîmlasyonê xwe rizgarkirin tiştekî xirabe? Modela herî xweş li vire li Hatayê ye. Pêwîste em şêweyê bi hevre jiyanê bi domînin. Ji ber ku me ev destkeftî bi hevre avakiriye. Ji bo wê em dibêjin welatê hevpar.

Pêwîste bi yên bindest re bin. Pêwîste em bi Elewî , Sunniyan re bin, em birane. Dema ku me îxtidara bindestan, feqîr û hejaran avakirin pirsgirêkên me yên bi vî şêweyî nabîn. Lê belê 16'ê Nîsanê gelek giringe. Pêwîste em ciranên xwe, welatî û hevrêyên xwe îqna bikîn."