HDP’ê li Stenbole darbeya 4’ê Mijdarê protesto kir
Rêxistina Bajêr a Stenbolê HDP’ê di salvegera wê de darbeya 4’ê Mijdarê protesto kir.
Rêxistina Bajêr a Stenbolê HDP’ê di salvegera wê de darbeya 4’ê Mijdarê protesto kir.
Rêxistina Bajêr a Stenbolê HDP’ê di salvegera destgîrkirina hevserokên HDP’ê yên Giştî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de ya gelek siyasetmedaran daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist. Parlementerê HDP’ê Alî Kenanoglû, Endamê Desteya Giştî ya Navendî ya HDP’ê Ferhat Encu, Hevserokên HDP’ê Stenbolê Elîf Bûlût û Erdal Avci jî di nav de, gelek kes tevlî civînê bûn. Di eywanê de pankarta ‘Wê darbekar têk biçin, em ê bi ser bikevin’ hate daliqandin.
Endamê Desteya Giştî ya Navendî ya HDP’ê Ferhat Encu yê ku di operasyona qirkirina siyasî de parlementeriya wî hatibû destgîrkirin diyar kir ku bi darbeya siyasî re hatiye xwestin ku siyaseta demokratîk were tasfiyekirin. Encu got, “Di wan deman de qeyyûm li ser şaredariyan dihat peywirdarkirin, ji aliyekî din ve jî bajarên me dihat hilweşandin. Pê re hevserokên me jî di nav de li dijî gelek siyasetmedaran êrîş hate destpêkirin. Ev êrîş li dijî demokrasiya Tirkiyeyê darbeyek e.
Hevserokê HDP’a Stenbolê Erdal Avci jî got ku “Di salvegera vê darbeya siyasî de, em sozê didin ku em ê vê têkoşînê geş bikin.”