HDP’ê li 4 herêmên Konya buroyên hilbijartinê vekir
HDP’ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeyên Konya Cîhanbeylî û Kûlû 4 buroyên hilbijartinê vekir.
HDP’ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeyên Konya Cîhanbeylî û Kûlû 4 buroyên hilbijartinê vekir.
HDP’ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeyên Konya Cîhanbeylî û Kûlû 4 buroyên hilbijartinê vekir. Namzetên HDP’ê yên Konya ku tevlî vekirina buroyan bûn, diyar kirin li Herêma Anatolyaya Navîn 80 sal in, partiyên pergalê gel xapandiye û divê kes êdî neyê lîstikan.
HDP’ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li bajarokên Yenîceoba, Kuşca, Beşkavak û Tavşançali buroyên hilbijartinê vekir. Namzetên Parlamenteriyê yên HDP’ê yên Konya, li bajaroka Kandîl esnaf û karkerên înşaetê ziyaret kirin. Bi tevlîbûna namzetên HDP’ê yên Konya Batal Odabaşi, Kamuran Tekîn, Adnan Seyhan, Serap Kaya, Huseyîn Ozkan, Şaziye Şener, Nîhal Ayaydin, Samî Acar, Gunay Sagir li bajarokên Yenîceoba, Kuşca, Beşkavak û Tavşançali buroyên hilbijartinê hatin vekirin, li Kandîl jî esnaf û karkerên înşaetê hatin ziyaretkirin. Namzetên HDP’ê yên bi karwanenên wesayîtan li Yenîceoba, Kuşca, Kandîl, Beşkavak û Tavşançali tûr avêtin, rastî eleqeyeke zêde ya gel hatin. Namzetê HDP’ê yê Konya Adnan Seyhan ê li buroya hilbijartinê ya Yenîceoba axivî got ku li bajaroka Yenîceoba cara yekemîn e buroya hilbijartinê vedikin û wiha axivî: "Piştî me coşa gel a li vir dît, ez bawer dikim ku em ê mezrebeyê yekemîn li bendavên li pêşiya me hatine kişandin û av lê hatine hepskirin bidin.”
'JI BER DI BIN BANÊ HDP’Ê DE ME SERBILIND IM'
Namzetê HDP’ê yê Konya Kamuran Tekîn jî diyar kir ku ji ber di bin banê HDP’ya ku Ocalan wek projeya xwe nirxandiye de cih girtiye serbilind e û got ku HDP partiya hevpar a bindest û kedkaran e.
'WÊ HDP AŞTIYÊ BÎNE VÎ WELATÎ'
Namzetê HDP’ê yê Konya Battal Odabaşi yê di vekirina buroya hilbijartinê ya Kuşça de axivî, provokasyona li Agirî bibîr xist, diyar kir ku Desteya Hilbijartinê ya Bilind pisûleyên zêde yên dengan derxistiye û lewma pêwîst e, mirov li dengan xwedî derkeve. Odabaşi axaftina xwe wiha dewam kir, "Wê HDP aştî û demokrasiyê bîne vî welatî.” Piştî vekirina buroyê heyeta HDP’ê li bajaroka Kandîl jî esnaf û kedkarên înşaetê ziyaret kir.
'GELÊ ANATOLYAYA NAVÎN 80 SAL E TÊ XAPANDIN'
Heyeta HDP’ê ya paşê derbasî bajaroka Beşkavak bû, li vir jî buroya hilbijartinê vekir. Di vekirina buroyê de ku jin û zarokan eleqeyeke zêde nîşan dan, Namzeta HDP’ê Şaziye Şener diyar kir ku gel li herêma Anatolyaya Navîn 80 sal e ji aliyê partiyên pergalê ve tên xapandin. Şener got ku pêwîst e êdî gel neyê wan lîstikan.