HDP’ê ji ber koronayê giştînameyek weşand
HDP li dijî koronavîrusê tevdîrên xwe zêde dike. HDP wê ji bo pêşîlêgirtina koronavîrusê bixebite.
HDP li dijî koronavîrusê tevdîrên xwe zêde dike. HDP wê ji bo pêşîlêgirtina koronavîrusê bixebite.
Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî Vîrûsa Corona (Kovid-19), giştînameyek ji hemû rêxistinên bajar û navçeyan re şand û xwest tedbîrên xwe bigirin.
Rêxistina HDP'ê ku mîtîngê Newrozê betal kir, bi giştînameyê xwest hemû rêxistinên wan çalakî û xebatên xwe yên girseyî betal bikin.
HDP'ê bi îmzeya Berdevkên Komîsyona Rêxistinê HDP Ozlem Gunduz û Alîcan Onlu, ji hemû endamên meclisa Partiyê, rêxistinên bajar, navçeyan xwest ku hasas nêzî meseleya vîrûsa corona bibin û hemû xebatên xwe betal bikin. HDP'ê anî ziman ku wan heta 2 mehan xebatên xwe yên wekî panel, kongre, konferans û şahî betal kirine û xwest bêtir girîngiyê bidin paqijiyê.