HDP'ê giliyê qeyûmê 'sextekar' kir
HDP'ê giliyê qeyûmê talanker kir, ji ber ku dezenfektana sexte belav kir.
HDP'ê giliyê qeyûmê talanker kir, ji ber ku dezenfektana sexte belav kir.
Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê giliyê qeyûmê AKP'î kir ku li Amedê dezenfektana sexte li gel belav kir.
Di daxwaznameya HDP'ê de hate ragihandin ku bi hilberandin û belavkirina dezenfektana sexte re tenduristiya gel xistine metirsiyê û xwest, têkildarî berpirsyaran lêpirsîn bê destpêkirin û bên cezakirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve hatiye desteserkirin, li qadên cemaweriyê û saziyên taybet unîteyên dezenftekirina destan bi cih kiribû û dezenfektan li nexweşxaneyan belav kiribû. Eşkere bûbû ku ev dezenfektan sexte ne.