HDP’ê bang li rêxistinên navçe û bajaran kir ku xwedî li Bolek derbikevin

Komîsyona Rêxistinkirinê ya HDP’ê di giştînameya ji bo rêxistinên navçe û bajaran şande de bang kir ku xwedî li Helîn Bolek derkevin.

Hevberdevkên Komîsyona Rêxistinkirinê ya HDP’ê Ozlem Gunduz û Alîcan Alîcan Onul di giştînameya ku ji bo rêxistinên navçe û bajaran şand de diyar kir ku wê rêxistina HDP’ê ji bo endama Gurup Yorum Helîn Bolek a di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da bang kir ku saet 20:20’ê findan pê bixin û stranên Grûp Yorûm pê bixin.

Di giştînameyê de ji bo endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek dîsa Mûstefa Koçak ê bi hincetên cuda di grevê de ye û jiyana xwe ji dest nedin daxwaza destekkirinê kir.