HDP’ê bang li mûxalefetê kir: Tezkereya şer wê bi kêrî tifaqa AKP û MHP’ê were

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay derbarê tezkereya derveyî sînor bang li mûxalefetê kir û got “Tezkereya şer wê bi kêrî desthilatdariyê were.”

Berdevka HDP’ê Ebru Gunay li navenda partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist. Gunay 604 cangoriyên erdheja li Wanê ya di sala 2011’an de bi bîr anî û nerazîbûn nîşanî cezayê girtîgehê yê 30 salan da ya ku li Berdevka Demkî ya TJA’yê Ayşe Gokkan hatiye birîn.  Gunay got “Vî cezayê li Ayşe Gokkhan hatiye birîn, polîtîkaya desthilatdariya AKP û MHP’ê ya li hemberî jinan diyar dike. Ayşe Gokkan li her derê li hemberî feraseta tekperest, serwer û ya mêran têkoşiyaye. “

Gunay bal kişand ser polîtîkayên şer ên desthilatdariya AKP û MHP’ê got “Kesên li Qesrê dema ku welat wekî Tîtanîk noqî avê dibe, ew jî ji xwe re dansê dikin. Serweta xwe dişînin derveyî welat û planên jiyana luks a li Londra, Bruksel û New Yorkê dikin. Em dibêjin ji budçeyê em parekê bidin bêkar, jin û ciwanan. Meclîs van daxwazan bi cih nayne lê tezkereyên şer tîne meclîsê. Desthilatdarî xwe wekî çakûç û her tiştî jî wekî mîxan dibîne. Lê derbê gel bêrika wan û xwarina wan a di beroşê de ye. Desthilatdariya AKP û MHP’ê bi tezkereyên şer dixwaze temenê xwe dirêj bike lê ew ê nikaribin xwe rizgar bikin.

Em jî bang li mûxalefet û gelan dikin. Derdê gelên Tirk ne şîddet û şer e, kar û nan e. Tezkereya şer wê bi tenê bi kêrî desthilatdariyê were. Desthilatdarî tengijiye û êdî dîsa dengê şer ji wan tê. Li ser axa welatên din xeyalên şer û hilweşandinê dikin. Serokê Giştî yê AKP’ê û serokkomar Erdogan qala êrişa li ser Bakurê Sûriyeyê dike. Erdogan baş dizane heke şerekî çêneke û krîzê kûrtir neke, wê nikaribe desthilatdariya xwe bidomîne.”

DOZA KURDAN

Gunay diyar kir di vê pêlê de çareseriya doza Kurdan tê nîqaşkirin û helwesta mûxalefetê ya li hemberî lîstika şer a desthilatdariya AKP û MHP’ê girîng e. Wekî berê xwe bidin pişt desthilatdariyê, wê nîqaşên edalet, azadî û demokrasiyê ya li Tirkiyeyê jî bidin sekinandin. Lê heke civak û hêzên mûxalefetê li hemberî vê feqê helwesta xwe diyar bikin wê demê ew ê mûxalefet û gelên Tirkiyeyê bi ser bikevin.”