HDP'ê bang kir: Divê bala me li ser girtîgehan be

Wekîlên HDP'ê Bûrcû Çelîk û Sirri Sureyya Onder, ji bo grevên birçîbûnê daxuyanî dan û bang li raya giştî kirin. Wekîlan gotin, "Divê bala me li ser girtîgehan be; sazî û dezgeh jî bi erka berpirsyariyê rabin."

Berdevka Komîsyona Girtîgehan û Wekîla Mûşê Bûrcû Çelîk û Wekîlê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder têkildarî grevên birçîbûnê berdewam li Meclîsê daxuyanî dan çapemeniyê.

ÇELÎK: DEMILDEST EM BERÊ XWE BIDIN GIRTÎGEHAN

Çelîk û Onder wiha gotin:

BÛRCÛ ÇELÎK: Binpêkirinên li girtîgehên Tirkiyê ne rûdene nû ye. Ev nêzî 2 salan e li her platformê me ev mijar got. Girêvên birçîbûnê weke encamekê derketin holê. Êdî divê em li ser çareseriyê biaxivin. Çawa ev pêvajoya pêk hat em jî û wezaret jî dizane. Ev krîza niha encama Rewşa Awarte û Biryarnameyên di Hukmê Qanûnî (BHQ) ye. Li gorî rêziknameya berdest û helwesta kêfî ya BHQ’yan e tiştê ku niha me dijîn.

Rewşa girtiyan bi rastî jî pir krîtîk e. Hin girtî hene ku rewşa wan ne baş e. Nexweşiyên kronîk peyda bûne. Li hêlekê jî em bi malbat û nasên wan re diaixvin. Hemû girtîheh bi rengê bêveger be bi veger bi tevlê greve bûne. Hem ji bo ku fikarên malbatan bi dawî bibin û hem ji bo ku nexweşî bi girtiyan re çênebin em bang li her kesî dikin.’’

ONDER: DIXWAZIN SERKETINA HDP’Ê PÛÇ BIKIN

SIRRI SUREYYA ONDER: Welatekî bifikirin ku bi 10 hezaran kes ji siyasetê hatine girtin, azadiya wan hatiye desteserkirin. Li wir divê em behsa rewşeke krîmînal na lê divê em behsa diyardeyeke sosyolojîk bikin. Di navbera Nîsana 2009’an û Cotmeha 2011’an de li vî welatî zêdetirî 7 hezar mirov bi operasyonên bi navê KCK’ê hatine binavçkirin, demeke dirêj azadiya wan hate desteserkirin. Li ser wan mûçinkek jî derneket. Ji nîvê zêdetir dadgerên ku ev doz vekirin bi darbekariyê di girtîgehê de ne.

Hemû lêpirsînên ku li hikumetê hatine vekirin ne meşrû hatine ragihandin lê dozên wan ên li ser me berdewam dikin. Me di encam ji vê dernexist. Serketina HDP’ê ya ku di vê sal û nîva dawî de bi dest xistine dixwazin bi destê darazê pûç bikin. Bîlançoya sal û nîva dawî girtina 5 hezar endamên me yên partiyê ne.

‘HEVSEROK Û WEKÎLÊN ME JI BO KÊŞEYAN NÎŞAN BIDIN DI GIRÊVÊ DE NE’

Demîrtaş û wekîlên me ji bo ku balê bikişînin ser kirinên dij dadmendiyê dest bi greva birçîbûnê kirin. Heke hûn ji demokrasiyê bawer bin ev hetîketî ye. Hevserok û wekîlên mezintirîn partiya vî welatî ji  bo ku kirinên ne hiqûqî nîşan bidin ketin greva birçîbûnê’’

‘HIQÛQA DIJMIN’

Divê hikumet vê gotinê bi bîr bîne; Hz. Pêxember ji fermanarê xwe re gotiye. Dijminê te an ji hêla dîn ve birayê te ye, an jî ji hêla ku ew jî weke te hatiye afirandin. Ango ne dijminê te ye. Li vî welatî tişta ku em pê re hevrû dibin, kirinên cezayê yên dijmin e. Tim em rastî vê hatin. Di dinyayê de mirov rastî darazayê nayê mirov tê darizandin. Dibêjin li vî welatî daraz siyasî bûye. Di destûra nû de Serokkomar wê darazê hemû biguherîne, weke ku ji vê xirabtir dibe nîşan didin. Rast e lê dereng e.

Daraz û siyaset nûnerên heman erkê ne. Ji avaniyên ve pir cuda ne. Daraz du encamî ye. An tu yê bi ser bikevî an jî têk biçî. Siyasetr jî bi sê encaman e; an tu yê bi ser bikevî, an têk biçî an jî li hev bikî. Tu nikarî bi şandeya dadgehê re li hev bikî lê siyaset tim divê vê vebijêrkê bifikire. Tu nikarî siyasetê bi destê darazê dizayn bikî. Weke deqelê li ser sicîla demokrasiyê dimîne. Di paşerojê de yên ku qîma xwe bi vê anîne nikarin derkevin nav mirovan.

‘EM LI BENDA BIHÎSTYARBÛNEKE ZÊDE NE’

Em îro bang dikin; mijar rûmeta mirovahiyê ye û girtîgeh cihên herî krîtîk ên vê ne. Di nav jiyana rojane de hûn vê nabînin lê di girtîgehan de ev bi zelalî diyar e. Ez hêvî dikim ku hemû sazî û dezgeh bihistyarbûneke zêde nîşan bidin.

BANGA LI DADGEHA BILIND

Banga min a dawî li Dadgeha Bilind e; êdî mijarên ku hûn bi sersarî nêz dibin û çikûsiyê dikin li girtîghan dikare rê li ber encamên wiha vegere û êdî vegera wê nîn e. Dadgeha Bilind divê diyar bike bê ka çima biryarê dereng dixin. Em ê vê di rojevê de bihêlin. Em hîsên xwe yên piştevaniyê ji bo hemû girtiyan nîşan didin. Em diyar dikin ku şopdarê pêşî yên mafan in.’’

Onder diyar kir têkildarî mijarê Duşemê wê bi Wezîrê Dadmendiyê Bekîr Bozdag re biaxivin.