HDP: Divê Demîr serbest were berdan

HDP’ê nerazîbûn nîşanî destgîrkirina Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr da û ji desthilatdariya AKP û MHP’ê re got ku “Heta talan û desteserkirina we bidome wê israra me ya di demokrasî û azadiyê de jî bidome.”

Hevberdevkên Desteya Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê Hediye Karaaslan û Salîm Kaplan derbarê girtina Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Ev girtin ji ber nefret û polîtîkaya qirkirina li ser îradeya gelê Kurd e. Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ji ber dosyeyeke ku beraat kiribû hatiye girtin. Demîr îro bi hinceta Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a ku hewl tê dayin were krîmînalîzekirin, hatiye girtin.

Yek ji sûcdariya li ser Demîr jî ev e ku di sala 2013’an de ji ber ku bi destûra walîtiyê alîkariya mirovî ji Êlihê şandiye Sûriyeyê. Wezîrê berê yê maliyeyê Mehmet Şîmşek û parlementerê AKP’ê Mehmet Emîn Ekmen jî tevlî vê kampanyayê bûbûn. Ji ber alîkariya tevî wezîr Demîr kirine ‘endamê rêxistinê.’

Hevşaredar Mehmet Demîr ji bo gelê Êlihê şev û roj dixebitî. Ji ber ku ew xwedî li bajar û şaredariya civakî derket, hate girtin.

Heta talan û desteserkirina desthilatdariya AKP û MHP’ê bidome wê israra me ya di demokrasî û azadiyê de jî bidome.”