HDP: Destê xwe ji ser Dayikên Şemiyê bikişînin

HDP’ê nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser Dayikên Şemiyê da û got, “Destê xwe ji ser dayikan bikişînin.”

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê derbarê astengkirin û êrîşa li ser çalakiyên Dayikên Şemiyê ya hefteya 800’emîn daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Vê êrîşa desthilatdariya AKP’ê ya li ser Dayikên Şemiyê careke din rûyê wê yê kirêt derxistiye holê. Wezîrê Karê Derve Suleyman Soylû di sala 2018’an de Qada Galatasarayê ji Dayikên Şemiyê re qedexe kiribû.

Di hefteya 800’emîn a çalakiyên Dayikên Şemiyê de êrîş hate kirin. Em vê êrîşa li ser dayikan û parêzvanên mafên mirovan tu carî qebûl nakin. Her sê xizmên windayan Masîde Ocak, Hasan Karakoç û Yaşar Aktaş ên hatine destgîrkirin jî divê werin berdan

Çalakiya Dayikên Şemiyê ji bo lêgerîna heq, hiqûq û edaletê ye. Ji ber ku Dayikên Şemiyê li edaletê digerin desthilatdariya AKP’ê aciz dibe. Desthilatdariya AKP’ê bi vê êrîşê re diyar kiriye ku ew dijminê herî mezin ê rastiyê ye.

Ji bo ku edalet pêk were û polîtîkaya bêcezatiyê bi dawî bibe, em ê têkoşîna xwe bidomînin.

Wê dengê Dayikên Şemiyê neyê qutkirin! Kesên ku xizmên wan dane windakirin wê hesap bidin.”