HDP: Darbeya siyasî li Pasûrê domandin

Alîkarê Hevserokê HDP'ê Salim Kaplan got, ''Desthilat a ku bi rêya hilbijartinê şaredarî nestandî vîn û hiqûqa gel nas nake.''

Alîkarê Hevserokê HDP'ê yê ji Rêveberiyên Xwecih Bepirs, Salim Kaplan têkilî desteserkirina Şaredariya Pasûrê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Ev hişmendiya ku vîna gel nas nake û hurmetê nîşan nade, herî dawî piştî teqîna li Pasûrê Hevşaredarên me kirine hedef. Hema piştî teqîna li Pasûrê Şaredariya me ya Pasûrê û rêxistina me ya navçeyê ji hêla çapemeniya desthilatdariyê ve kirine berpirs.''

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin girtina Hevşaredar û hevalên wan ên din rasterast bi hedefnîşandana medyaya desthilatê pêk hatiye û piştî girtina wan bi çend saetan Qeymeqamê Pasûrê bi rengê qeyûm anîne ser şaredariya wan.

'BERDEWAMA DARBEYA SIYASÎ'

Kaplan got, ''Desthilat a ku bi rêya hilbijartinê şaredarî bi dest nexistî û Wezareta Navxwe, careke dî nîşan daye ku vîn û hiqûqa gel nas nake. Tiştên ku rû didin, berdewama darbeya siyasî ye ku ev ji mêj ve ye li dijî vîna gel hatiye sazkarkirin.''

'EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN''

Kaplan herî dawî got, ''Çawa ku duh me li ber zext û polîtîkayên desthilatê serê xwe netewandibe, niha jî em natewînin û em ê têkoşîna xwe bidomînin. Li dijî van êrîşên li ser vîna gel em bang li hemû rêxistinên civaka sivîl, odeyên pîşeeyan û saziyên din dikin ku bihistyar bin.

Em careke dî diyar dikin ku em van biryarên li dijî hiqûq û demokrasiyê qebûl nakin. Heta ku ev tayinkirin betal bibin û Hevşaredarên me werin ser karê xwe em ê dev ji têkoşîna xwe ya mafdar û rewa neqerin.''