HDP: Bi rêya cîhadîstan dijminatiya li penaberan tê sorkirin

HDP'ê diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê hîn jî penaberan weke amûreke şantajê bi kar tîne û destnîşan kir ku bi rêya komên cîhadîst ên li nava kolanan tên herikandin, dijminatiya li penaberan tê sorkirin.

Hevberdevkên Komîsyona Koçber û Penaberan a HDP'ê Gulsum Agaoglû û Velî Saçilik daxuyaniyek dan û gotin, "Rojên dawî di serî de li Stenbol û Dîlokê li gelek bajaran, li gel polîtîkayên desthilatdariyê xwepêşandanên ku desthilatdarî weke 'çalakiyên li dijî Îslamofobî' bi nav dike, tên lidarxistin. Bi vî rengî hêzên li pişt komên selefî yên Sûriyeyê bi navê 'penaberan' tên bikaranîn. Ev xwepêşandanên ku bi armanca 'bi rêya penaberan' peyam ji Fransa û dewletên Ewropayê re bên dayin, tên lidarxistin, herî zêde penaberan dikin hedef."

'DEWLET ÇALAKIYAN TEŞWÎQ DIKE'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, hêza ku çalakiyan teşwîq dike dewlet bi xwe ye û hate gotin, "Van koman diherikînin nava kolanan ji bo çavên dewletên Ewropayê bitirsînin, gefê li dewletên Ewropayê dixwin ku eger sînoran veke wê tundrew bigihêjin dewletên Ewropayê.

Em ti carî qebûl nakin ku di ser komên selefî re gotinên nefretê yên li dijî penaberên Sûriyeyî li tevahiya civakê belav bibe."

'DIJMINATIYA LI PENABERAN TÊ SORKIRIN'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji ber şerê dewleta Tirk bi xwe aliyekî wê ye, zêdeyî pênc milyon mirov li Tirkiyeyê koçber in û hate gotin, "Bi rêha komên cîhadîst ên ku ji aliyê navendekê ve ber bi kolanan ve hatine herikandin, xeere ye ku dijminatiya li penaberan bê sorkirin. Em bang li her hêzên siyasî û sivîl dikin ku li dijî dijminatiya li penaberan helwestê nîşan bidin."