HDP: AKP-MHP'ê zilmê li karkeran dike
Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê Şaziye Kose diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê di dema şewbê de zilmê li karkeran dike û xwest, dawî li Kod-29 bê anîn.
Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê Şaziye Kose diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê di dema şewbê de zilmê li karkeran dike û xwest, dawî li Kod-29 bê anîn.
Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê ya ji Komîsyona Kedê Berpirsyar Şaziye Kose daxuyaniyek da û got, "Bila dawî li zilma Kod-29 bê anîn, kesên ji kar hatine derxistin jinûve tevlî kar bên kirin."
NÊZÎ 200 HEZAR KARKER BI RENGEKÎ KÊFÎ JI KAR HATIN DERXISTIN
Kose got, "Tifaqa AKP-MHP'ê bi her awayî cihêkariyê dike û xwe dide ber sermayeyê. Mafê jiyanê yê karkeran binpê dike û mekanîzmaya mêtingeriyê dixe meriyetê."
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Yek ji binpêkirinên herî girîng jî derxistina karkeran bi hinceta Kod-29 ji kar e. Li gorî qanûnê, karsaz dema ku karkeran ji kar derdixîne neçar in ku di nava deh rojan de hinceta derxistina ji kar pêşkêşî Saziya Ewlekariya Civakî bikin. Bi guhertina bi navê 'Kod-29' re bi hinceta 'rewşa ne li gorî pîvanên nêta baş û exlaqê' ya qanûna 25'an a Qanûna Kar dawî li peymana kar a karkeran tê anîn."
Kose anî ziman ku sermayeyê jî ev yek ji bo xwe kiriye firsend û Kod-29 li dijî karkeran weke çekekê bi kar tînin.
Kose diyar kir ku li gorî daneyên SGK'ê di nava sala 2020'î de 176 hezar û 662 karker bi hinceta Kod-29 bi rengekî kêfî ji kar hatine derxistin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Em ê mafên karkeran biparêzin, bi hev re li ber xwe bidin û têkoşîna xwe dewam bikin. Em ê teqez bi ser bikevin."