HDP: Êrîşa li Halkevlerî beşeke hewldana tasfiyeyê ye

Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran nerazîbûn nîşanî destgîrkirina rêveberên Halkevlerî da û diyar kir ku "Ev destgîrkirin, beşeke hewldana tasfiyeyê ye."

Berdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP'ê, parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran ji ber destgîrkirina rêveberên Halkevlerî îro daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

'DIXWAZIN SAZIYÊN DEMOKRATÎK JI HEV BELAV BIKIN'

Başaran bal kişand ser vî tiştî ku êrîşa desthilatdariya AKP'ê ya li ser Halkevlerî beşeke hewldana tasfiyeyê ye û got, "Tifaqa AKP û MHP dixwaze hemû demokrat û mûxalîfên li parlamento û li derveyî parlementoyê bitepisîne. Ji bo ku têkçûna xwe ya di hilbijartinên herêmî yên bê de kêmtir bike, nêta wê ew e ku hemû saziyên demokratîk ji hev belav bike ên ku dengê gel in. AKP dixwaze bi lêpirsînên basît, şahidên veşartî yên ku berê hatine diyarkirin, îddîayên pûç û bi destgîrkirinan saziyan bêdeng bike. Ev jî helwesta wan ferasetan e yên ku bi deshilatdariya tirsê dixwazin li ser pêyan bimînin."

Parlamenter Ayşe Acar Başaran diyar kir ku Halkevlerî ne bi tenê ye û diyar kir ku divê rêveberên Halkevlerî yên ku hatine destgîrkirin serbest werin berdan û ev operasyonên siyasî yên bêwate jî divê bisekinin.