HDK-Hambûrg hat ragihandin

Kongreya Demokratîk a Gelan li Hambûrgê (HDK-Hambûrg) li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê kongreya xwe ya 1. pêk anî. Ji bo desteya rêveber 12 kes hatin hilbijartin, ku 7 jê jin in.

Di kongreyê de ku Şemiyê li Navenda Çand a Elewî ya Hambûrgê pêk hat, pêşî nûçegihan, nivîskar Îrfan Cure axivî. Cure hêvî kir ku kongre têgîna demokrasiyê bi gewherê wê re bike ye.

Li ser navê Partiya Çep a Elmanyayê Jan van Aken ku weke mêvan tevlî kongreyê bû. Van Aken diyar kir, ji têkoşîna li Kurdistanê û Tirkiyê gelek tişt hîn bûye û got, di navbera HDK’ê û Partiya Çepgir de yekîtiyeke sirûştî heye. Di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku xebatên wan ên hevkar wê bidomin.

Piştî rapora xebatê ya şeş mehan a HDK-Hambûrgê û peyamên piştevaniyê hatin xwendin, rêziknameya HDK-Ewropayê hate pejirandin.

Li ser navê koordînasyona HDK-Hambûrgê Metîn Kaya têkildarî bicihbûna polîtîka HDK-Ewropa û xebatên wê agahî dan. Kaya diyar kir bingehê bernameyî yên HDK-Ewropa li gorî rêziknameya bernameya HDK-Tirkiyê ye û got, di demên pêş de wê kongreyên HDK-Elmanya û Ewropa jî werin çêkirin. Kaya diyar kir ew dixwazin kongreya xwe Çileya 2017’an pêk bînin û ji bo kongreya HDK-Elmanya wan tevlêbûna 500 delegeyî daye ber xwe û ew ê bibin rêxistina herî xurt a penaberan, li Ewropayê.

Di kongreyê de Naîme Erdem Başaran têkildarî  têkoşîna jinê ya HDK-E’yê axivî û got, "Ew ê wekî kongreyê li dijî hemû zext û zordarî û mêtingeriya li dijî jinê alîgirê jinan bin û li dijî her cure zayendîparêziyê ew ê têbikoşin."

Di dawiya kongreyê de 12 kes ji bo desteya giştî hatin hilbijartin, ji van 7 jin û 5 jê zilam in. Hejmara delegeyên ku wê temsîla HDK-Elmanya ji Hambûrgê bikin jî 15 kes in.