HDK-Ewropa: Em dakevin qadan xwedî li televîzyonên xwe derkevin

Hevberdevkê HDK-Ewropayê Çelîk, li dijî biryara girtina televîzyonên Kurdî ya bi hevkariya Eûtelsat û dewleta Tirk, bang li her kesê kir ku bikevin tevgerê.

Hevberdevkê Demê yê Partiya Kongreya Demokratîk a Gelan a Ewropayê (HDK-E) Demîr Çelîk, li dijî hevkariya dewleta Tirk û Eûtelsatê ya ji bo daxwaza girtina televîzyonên Kurdî yên weke News Channel, Stêrt TV û Ronahî TV ên li Ewropayê weşan dike, bang li her kesê kir ku dakevin qadan.
Çelîk diyar kir ku li dijî televîzyonên Kurdî yên ku Kurdan tevî hezaran zor û zehmetî dayîn avakirin didomin wiha got: “Di serî de Fransa û gelek welatên Ewropayê ji ber hevkariya bi sîstema dewleta Tirk re ji ber berjewendiyên xwe li dijî çapemeniya Kurd ketine nava lêgerînên bê hiqûqî û vê bêhiqûqiyê der dixe holê.”


 ‘ENDAMÊN NY, NEÇARINA KU ÇAND Û ZIMAN BIPARÊZIN’


Çelîk destnîşan kir ku welatên endamên Neteweyên Yekbûyiyê (NY), ziman û çanda gelekê ku bi tinebûrê re tê hiştin, neçarin wî ziman û çandê biparêzin. Çelîk got: “Hevkariya dewletên endamên NY’yê bi dewleta Tirkiyeyê re ku dixwazin deng û rengê gelekê bidawî bikin nayê qebûlkirin. Di demekî ku ev 40 sal in her roj ziman û çanda gelê Kurd bi tinebûnê re rû bi rû ye, dewletên endamên NY’yê ku bi hişmendiya dewleta Tirk re li hev dikin, li dijî ruhê peymana NY’yê ya ku îmzeya xwe li bin xistine. Di serî de Fransa, Elmanya û Belçîka welatên endamên NY’yê weke gelên ziman û çanda wan li ber tinebûnê neçar in ku ziman û çanada gelê Kurd biparêzin.”


‘DIVÊ NEBIN HEVPARÊ POLÎTÎKAYÊN ÎNKARÊ’


Çelîk wiha nirxandin kir: “Ji ber nebûna dewleta Kurda, heta roja îro Kurd bi polîtîakyên qirkirin û îmhayê ya hêzên weke Ereb, Fris û Tirkan re rû bi rû maye. Hêzên Ewropayê yên ku vê rewşê baş dizanin li şûna ku bi Kurdan re bibin alîkar, li dijî biryara girtina televîzyonên Kurdî bêdeng in, ev bêdengî di aliyekê de tê wateya hevkariya polîtîkayên înkar û îmhayê ya li ser Kurdan jî. Li şûna ku pêşiya çapameniya gelê Kurd û têkiliyên wê veke, Ewropaya ku ji ber berjewendiyan bêdeng dibe dibe hevkarê sûç. Em vê helwesta Ewropayê qet qebûl nakin.”


 ‘DI VÊ EWROPA DI ALIYÊ DEMOKRASIYÊ DE XWEDÎ LI TV KURDÎ DERKEVE’


Çelîk destnîşan kir ku divê ne tenê Kurdên kul i Ewropayê dijîn li dijî van polîtîkayan, di heman demê de divê beşên demokrat ên Ewropî jî dengê xwe derbixin. Çelîk got: “Divê Ewropa li dijî van kiryaran mîna xwedî li demokrasiya xwe derkeve nerazîbûna xwe li dijî biryara girtina televîzyonên Kurdî derbixe.”


‘DAKEVÎN QADAN Û XWEDÎ LI TELEVÎZYONÊN XWE DERKEVIN’


Hevberdevkê Demê yê Partiya Kongreya Demokratîk a Gelan a Ewropayê (HDK-E) Demîr Çelîk, ê bang li Kurdistanî û demokratên Tirkiyeyî yên li Ewropayê dijîn kir ku xwedî li televîzyonên Kurdî derkevin wiha got: “ Televîzyonên me çav, ziman û guhên me ne; çapemenî ziman, û çanda me ne. Divê li dijî kesên ku dixwazin vê qût bikin hemû Kurd, Tirk û şoreşgerên Kurd û Tirkiyeyî, demokrat û welatparêz dakevin qadan û bi çalakiyên demokratîk ên meşrû nerazîbûnên xwe derxin. Divê em dengê xwe bilind bikin û xwedî li televîzyonên xwe derkevin. Em mafê televîzyonona xwe nehêlin bi kêfa Fransayê ve.”