HDK’a Îzmîrê: Bila demildest muzakere bên destpê kirin!

HDK’a Îzmîrê: Bila demildest muzakere bên destpê kirin!

Lijneya Rêvebera ya Îzmîrê ya Kongeya Civaka Demokratîk (HDK) diyar kir ku, piştî grevên birçîbûnê ku windahiya can çênebû, bila demildest ji bo pirsgisrêka Kurd muzakere bên destpêkirin.

Meclisa HDK’ê ya Îzmîrê îro li avahiya EDP’ê ya Îzmîrê daxuyaniyek da çapemeniy û diyar kir ku, bila ji bo çaresriya pirsgirêka Kurd muzakere bê destpê kirin.

Di derbarê mijarê de li ser navê HDK’ê Semra Uzonok daxuyanî xwend û bibîrxsitin ku, grevên birçîbûnê yên ku di roja 68’an de bi dawî û hemû aliyên xwedî wijdan xist nava tevgerê û wiha got: “daxwazên aştiyane, demokrastîk û mirovahî ji rayagiştî re hat îlankirin. Hat fêmkirin û her ku çû şopdarên van daxwazan zêde bû.”

Uzunok destnîşan kir ku, ji bo daxwaz bên cih divê sozên ku hatine dayîn bên cih û got, destpêkê divê pêşnûmeya qanûnê ya ku derbarê parastina zimanê dayîkê de divê ji rewşa ku nayê bikaranîn derbikeve.

Uzunok diyar kir ku, pêngavên ji bo aştî û çareseriyê bên avêtin diyari û got: “Ji bo vê jî divê çek bê deng bin, siyaset bê axaftin, ji bo çaresriyê hewldan hebin û bi Ocalan re muzakere bê destpêkirin.”

ÎHD’a îzmîrê jî piştgirî da daxuyaniyê.