HDK-A: AKP feraseta 2’ê Tîrmehê didomîne

HDK-A’yê ji ber Qetlîama Sêwasê daxuyanî da û got: “AKP li nava welat û li derveyî welat bi feraseta xwe ya mezhebî û nijadperestî  gelan û baweriyan qir dike.”

Desteya Rêveber a Navendî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK-A) bi wesîleya Qetlîama Sêwazê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku beriya niha 25 salan 33 rewşenbîr hatine qetilkirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Piştî şerê cîhanê yê yekemîn da ku Serhildana Qoçgiriyê hate şikandin, li ser xeta Sêwas, Erzingan, Meletî, Elezîz û Erziromê, li Eyaleta Dersimê li ser gelan projeya Tirkbûn û Îslambûn hate ferzkirin.

Qetlîama Sêwasê ya 25 sal berê ji bo qirkirina çandî û etnîk hate kirin û ligel ku gelek sal ji ser wê derbas bûye, hê jî nehatiye ronîkirin.

Hê agirên 2’ê Tîrmehê netefiyaye, li ser gelê me êşên nû tên jiyîn. Di desthilatdariya AKP’ê de qirkirina çandî, civakî, siyasî û jinan her roj tê jiyîn. AKP di 24’ê Hezîranê de ji bo ku karibe li ser lingan bimîne, bi leşker, polîs û hêzên xwe yên paramîlîter li kolanan teror kiriye û dest daniye ser îradeya civakê.

Em bangî hemû gelan, saziyên Elewiyan, şoreşger û demokratan ên li Ewrûpayê dikin ku bila tevlî çalakiyên ‘2’ê Tîrmehê Naletkirina Qetlîama Sêwasê’ bibin.”