Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

HBDH: Niha dema şoreşê ye

HBDH: Di van şertên niha de, ji bo serfiraziyê divê em zêdetir bibin Denîz. Em ê xeyala şoreşê pêk bînin a ku ji bo wê em can didin.

Komîteya Rêvebir a HBDH’ê bi wesîleya darvekirina Denîz Gezmîş,Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Tirkiye û Kurdistan ber bi serdemeke mezin a şoreşgeriyê ve diçe. Ji aliyekî ve krîza ekonomîk û ji aliyê din ve jî rêvenebirî roj bi roj kûr dibe. Bêkarî, birçîbûn û hejarî zêde dibe.

Çalakiyên jin, ciwan û kedkaran roj bi roj zêde dibin. Ji gelê Kurd bigire heta jinên ku her dem di nav serhildanê de ne, ji amadekariyên grevên li fabrîkayan û heta berxwedana karkeran, ji kedkarên ku bi KHK’yan ji karên xwe hatine avêtin heta mamostên ku nayên tayînkirin, hemû dînamîkên civakî li ber xwe didin.

47 sal berê pêşengên şoreşger Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan hatin darvekirin. Şoreşa ku ew ji bo wê 47 sal berê hatin darvekirin, a niha wekî armancekê li pêş me ye. Têkoşîna şoreşgerî bi hewldanên pêşeng û milîtanan didome.

Li vê axê şoreş û sosyalîzm xwe dispêrê kokên kûr. Têkoşîna şoreşgerî ya ku Denîzan di dema darvekirinê de ew diparastin, tu carî nehatiye tunekirin. Şoreşê her dem Denîzên xwe afirandiye û agirê ku wan vêxistiye,tu carî nehatiye tefandin.

Em bi hurmet pêşengên şoreşger Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan bi bîr tînin û em careke din diqîrin, em ê xeyala we ya şoreşê pêk bînin a ku we ji bo can daye.”