HBDH: Li Madimakê mirovahî bi saxî hate şewitandin

HBDH'ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Sêwasê daxuyaniyek da û diyar kir, "Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê dijminê mirovahiyê, nirxên demokratîk û neyarê têkoşîna pêşverû ye."

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) têkildarî salvegera Komkujiya Madimakê ku 2'ê Tîrmeha 1993'an li Otela Madimak a Sêwasê 33 rewşenbîr-mirovên Elewî hatin qetilkirin, daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku faşîzm polîtîkaya xwe ya 'tekkirinê' li ser ol jî dimeşîne û hate gotin, "Di serî de Elewî zext û zordarî li baweriyên cuda tê kirin. Komkujiya Sêwas-Madimakê ya sala 1993'an jî berhem û encameke vê polîtîkaya dewletê bû."

Tevgerê diyar kir ku 'tekkirin' ne tenê ji aliyê ziman, al, netewe û ol ve tê ferzkirin, di heman demê de weke şêweyekî fikrî, helwest û jiyanê li ser civakê tê ferzkirin û ji civakê tê xwestin ku li gorî vê yekê tevbigere.

Têkildarî mijarê hate gotin, "Yên ku li gorî vê yekê tevnagerin jî mîna li Madimak, Dersim, 19-22'ê Kanûnê li girtîgehan, mîna li Cizîr û Sûrê komkujî li wan tê ferzkirin û bi şewitandin-xerakirinê hewl didin wan bînin ser xeta xwe."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku her kesên mafên xwe yên demokratîk ji dest dane, neteweyên bindest, hêzên cuda yên baweriyan, nasnameyên cuda yên zayendî û her kesên ji bo nirxên pêşverû yên demokratîk dimeşînin dibin hedefa faşîzmê.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di dema heyî de dijberbûna li desthilatdariya AKP-MHP'ê, rexnekirina vê desthilatdariyê bi tena serê xwe têra hedefbûna li faşîzmê dike.

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst dijminê mirovahiyê ye, dijminê nirxên demokratîk û têkoşîna pêşverû ye û diyar kir, "Yê ku kiryarên Madimakê berda, yê ku xelat da kiryarên komkujiyên 19-22'ê Kanûnê, yê ku berxwedêrên birîndar ên li jêrzemînan bi saxî hatin şewitandin, ev dewlet e, ev desthilatdarî ye. Yekane rêya rizgariya ji vê desthilatdariya faşîst û dewleta faşîst têkoşîna yekbûyî û hevgirtî ye."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku têkoşîna yekbûyî ya gelên bindest û kedkaran, yekane rêya encamgir a li dijî faşîzmê ye û hate gotin, "Em dikarin vê bi ser bixînin.

Yên ku zilm û komkujî li wan hatiye kirin, yên bindest û mafên wan, keda wan ji dest hatine girtin, dijminê wan ê hevpar faşîzm e, paşverûtî ye. Dewleta faşîst û desthilatdariya faşîst dijminê wan e. Li dijî faşîzmê em li her cihî bibin yek û têkoşînê li her qadê mezin bikin. Serketin wê ya gelên me be."