HBDH: Li dijî dagirkerî û komkujiyên nû em berxwedanê mezin bikin

HBDH'ê di salvegera komkujiyên Mereş û Roboskî de daxuyanî da û diyar kir ku polîtîkaya komkujiyê dewam dike. HBDH'ê got, "Ji bo komkujiyên nû rû nede, li dijî êrîşên dagirkeriyê em berxwedanê mezin bikin."

DAXUYANIYA HBDH'Ê

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi wesîleya salvegera komkujiyên Mereş û Roboskî daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dîroka dewletên bûrjûva dîroka komkujiyên li dijî gelên bindest e. Bi sûcên li dijî gelan dagirtî ye. Dewleta Tirk a faşîst jî li ser komkujiyan ava bû. Ji roja ku dewleta Tirk ava bûye û vir ve li dijî Ermenan, Kurdan, Suryaniyan, Elewiyan komkujî û polîtîkaya tinehesibandinê tê meşandin. Komkujiya li hemberî şoreşger-sosyalîstan veguheriye polîtîkayeke dewletê. Di nava 40 salên dawî de bi dehan caran komkujî hate kirin."

'POLÎTÎKAYA KOMKUJIYÊ DEWAM DIKE'

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta faşîst a paşverû ku li ser înkar û tinehesibandinê ava bû, rêxistinî, çand û zimanê Ermenan, Kurdan û Elewiyan qedexe kir. Dewleta Tirk a ku li ser înkarkirina gelan ava bû, polîtîkaya xwe ya înkar û asîmîlasyonê dewam dike. Di encama vê polîtîkayê de jî bi dehan caran komkujî li Kurdan hate kirin. Elewî her deh salan carekê hatin qikirin. Polîtîkaya komkujiyê ya dewleta faşîst îro jî li Rojava û li Başûrê Kurdistanê dewam dike.

Meha Kanûnê weke meha ji komkujiyên li dijî gelên me li hiş û mejiyan bi cih bû. Di serî de hovîtî û komkujiyên li hemberî gelê me yê Elewî yê li Mereşê, komkujiya li gelê me yê Kurd ê li Roboskî hate kirin, şopên welê li pey xwe hişt ku neyên jibîrkirin. Li gel komkujiyan gelê me yê Elewî ne ji daxwazên xwe yên azadî û wekheviyê vegeriya, ne jî gelê me yê Kurd dest ji têkoşîna xwe ya azadiya neteweyî berda. Ne Elewî hatin tinekirin, ne jî Kurd."

'LI DIJÎ FAŞÎZMÊ EM BANGA MEZINKIRINA BERXWEDANÊ DIKIN'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku ev komkujiyên ji aliyê dewleta faşîst ve weke polîtîkayê hatiye pejirandin, îro jî bi rê û rêbazên cuda dewam dikin û hate gotin, "Bi van êrîşan hewl didin îradeya gelan bişikînin û wan ji têkoşîna xwe ya mafdar vegerînin. Polîtîkaya komkujî û tinehesibandinê ya ku li Bakurê Kurdistanê li hemberî Kurdan, Elewiyan û gelên din ên bindest hate meşandin, îro li Rojava li ser Kurdan û gelê me yê Elewî, gelên ji baweriya Xiristiyan tê meşandin, ku bi rêya çeteyên SMO'yê têne qetilkirin. Mîna ku li Roboskî hate kirin sûcên şer tê kirin. Li Başûr, li Şengalê dijminatiya dewleta Tirk a li Kurdan dewam dike. Li ku dibe bila bibe nikare xwe li destketiyeke biçûk a Kurdan, Elewiyan, Ermenan, Asûran, Suryanan, Êzidiyan, gel û baweriyên bindest rabigirin. Înkar, asîmîlasyon û polîtîkaya tasfiyekirinê di zikhev de tê meşandin.

Tenê bi têkoşîna yekbûyî ya gelan pêşî li van komkujiyan dikare bê girtin. Gelên me yên li Tirkiye-Bakur, Rojava û Başûr divê hêza xwe bikin yek. Bi têkoşîna yekbûyî ya gelan divê li ber polîtîkayên komkujiyê yên faşîst bendê dînin. Bi têkoşîna yekbûyî em dikarin hesab ji kujeran bipirsin. Di salvegera komkujiyên Mereş û Roboskî de li dijî êrîşên dagirkeriyê û komkujiyên nû yên li ser gelên li Sûriye û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo hesabpirsîna ji faşîzmê em bang dikin ku berxwedan bê mezinkirin. Em ê faşîzmê têk bibin."