HBDH-Ewropa: Em ê tu caran kedên hevrê Mûrat Bal ji bîr nekin
HBDH-Ewropayê Mûrat Bal bi bîr anî û got: ‘’Di têkoşîna birêxistinkirî de sekneke bihêz nîşan da. Keda wî ya ku şoreşê bigihîne serkeftinê wê tu caran neyê jibîrkirin.’’
HBDH-Ewropayê Mûrat Bal bi bîr anî û got: ‘’Di têkoşîna birêxistinkirî de sekneke bihêz nîşan da. Keda wî ya ku şoreşê bigihîne serkeftinê wê tu caran neyê jibîrkirin.’’
Partiya Komunarên Şoreşger (DKP) û Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) têkildarî wefata endamê Komîteya Ewropayê Mûrat Bal daxuyaniyeke nivîskî dan.
Di daxuyaniyê de ev yek hatin gotin: ‘’Hevrê Mûrat Bal di 18’ê Çileya 19732yan de li navçeya Kûlû a Qonyayê ji dayik dibe. Di destpêka salên 1990’î de ji Fakulteya Fen-Edebiyatê ya Zanîngeha Stenbolê mezûn dibe. Weke ferdekî gelê Kurd tim li hemberî înkara neteweyî û polîtîkayên bişaftinê derket. Weke ewladekî malbeteke sirginê qirkirinê êşên gelê me hîs kirin. Û ev yek ji bo xwe kir sedema têkoşînê.’’
‘DI TÊKOŞÎNA BIRÊXISTINKIRÎ DE SEKNEKE BIHÊZ NÎŞÎAN DA’
Di daxuyaniyê de ev yek jî hatin gotin:
‘’Hevrê Mûrat, neçar dimîne ku berê xwe bide Elmanyayê. Li vir jî sekna siyasî ya şoreşgerî û têkoşîna xwe bê navber domand.
Ew weke şoreşgerekî Kurd, weke baweriya ji Têkoşîna Rizgariya Neteweyî ya Kurd re bi awayekî kûr ji Şoreşa Yekbûyî jî bawer kir û ji bo vê yekê di têkoşîna birêxistinkirî de sekneke bihêz nîşan da.
Di Komîteya HBDH-Ewropayê de li ser navê partiya xwe DKP\Yekîtiyê kedeke mezin da û li gelek qadan nûnertiya wê kir. Hevrê Mûrat bêyî dudilî xwedî li çanda têkoşîna yekbûyî derket.
Ji bo ku HBDH-Ewropayê li qadên têkoşînê nîşan bide kedeke mezin nîşan da û tim ala wê bilind kiriye.
Keda hêvrê Mûrat a mezinkirina HBDH’ê û keda wî ya ku şoreşê bigihîne serkeftinê wê tu caran neyê jibîrkirin.
Em bi baweriya xwe ya ku em ê ala şoreş û sosyalîzmê bigihînin serkeftinê, em ji xizm û partiya DKP\Yekîtiyê re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê şoreşa xwe ya yekbûyî bigihînin serkeftinê.’’